Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir 2021-11-03 16:47:13   ENQERE - Serokatiya Ragihandinê dîmena ku “Erdogan dikare bimeşe” parve kir.   Piştî ku dîmenên Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan ên bi zorê dimeşe û nûçeyên tenduristiya wî yên nebaş belav bûn, Serokatiya Ragihandinê ya girêdayî Serokkomariyê dîmenek weşand. Di dîmen de Erdogan bi leşkerekî payebilind çend metreyan dimeşe û pê li xelekekê dike. Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altûn, bi gotina “baweriyê dide dostan, tirsê dide dijmin” dîmen parve kir.