Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin 2021-11-03 17:14:08   AGIRÎ - Parazvanên Şaredara Bazîdê Yildiz Acar a HDP’ê ew îxrac kiribû, êrişî endamên Meclîsa şaredariyê kirin û 2 kes birîndar kirin.    Parazvanên Şaredara Bazîdê Yildiz Acar a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 11’ê Tîrmeha 2020’an de li ser giliyên gel ew îxrac kiribû, li avahiya şaredariyê bi çek û kêran êrişî endamên Meclîsa HDP’ê kirin. Li gor agahiyên bi dest ketin, di dema nîqaşên budçeyê yên li meclîsê de Acara ji HDP'ê hat îxrackirin ji bo jiholêrakirina 15 milyon kêmaniya di budçeyê de bi ser meclîsa şaredariyê de çûye. Koma Meclîsê ya HDP'î jî nerazîbûna xwe nîşan daye û piştî vê gengeşlî rû daye.   Hat diyarkirin ku piştî niqaşên hatin kirin Acar civîn terk kir. 2 kesên ku xizm û parazvanên Acar bi kêr û çekê êrişî endamên Meclîsa HDP’ê kirin. Di encama êrişî 2 kes birîndar bûn. Endamê Meclîsa HDP’ê Mehmet Ergul ji serê xwe, Sîpan Karadag jî bi kêrê ji lama xwe birîndar bû. Hat diyarkirin ku rewşa birîndarên rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê baş e. Polîsan her 2 parazvanên Acar ku êriş kirin binçav kirin.    Di 27 'ê Cotmehê de Yildiz Acar ku li navçeyê peywîra xwe didomîne û zavayê wê bi nelirêtî û bertîlê hatin binavkirin. Mehmet Rahîm Konyar ê li navçeyê mutehidiyê dike, diyar kiribû ku şaredariyê ji wî bertîl xwestiye û serî li dozgeriyê dabû. Di çarçoveya lêpirsîna ser vê serlêdanê hatiye destpêkirin de Ahmet Beyter ê parazvan û di heman demê de xizmê Yildiz, hatibû girtin.