Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê 2021-11-03 21:41:48   ENQERE – Îdianameya derbarê qetilkirina 7 kesên malbata Dedeogûllari ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Konyayê ve hat qebûlkirin. Derbarê 5 kesên gumanbar de biryara berdanê hat dayîn.    Li navçeya Meram a Konyayê Mehmet Altûn 7 ferdên malbata Dedeogûllari ya ji Qersê qetil kiribû. Îdianameya derbarê Altûn û malnata Keleş û Çalik ên bûn sedema komkujiyê de hat amadekirin, ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Konyayê ve hat qebûlkirin. Her wiha dadgehm derbarê Velî Keleş, Ramazan Çalik, Yahya Çalik, Alî Çalik û Alş Keleş ên xizmê Mehmet Altûn de biryara berdana bi kontrolkirina edlî da.