Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye 2021-11-04 09:06:51 AMED - Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaşê di Girtîgeha Îmraliyê de, diyar kir ku li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye û bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê rabin.  Li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaşê ku di dema pêvajoya "çareseriyê" ya di navbera 2013-2015'an de di navbera Rêberê PKK'ê û dewletê de hat birêvebirin de, di 15'ê Adara 2015'an de wekî "sekreterya" ew birin Girtîgeha Îmraliyê jî nikarin hevdîtinê bi malbatên xwe û parêzerên xwe re bikin. Konar, Aktaş û Yildirim heya niha tenê di 5'ê Hezîran, 12'ê Tebaxê û 3'yê Adara 2020'î de hevdîtin bi malbatên xwe re kirine û hemû serlêdanên malbatên wan ên ji bo hevdîtinê jî an bêbersiv tên hiştin an jî tên redkirin.    Sabîha Aslan, xwişka Veysî Aktaşê li Girava Îmraliyê, diyar kir ku tecrîda tê pêkanîn bêhiqûqî ye û li Îmraliyê li dijî tecrîdê berxwedaneke bêhempa heye.    BERPIRSIYAR WEZARETA TENDURISTIYÊ YE   Aslan, diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê li Ocalan û girtiyên din bênavber cezayê dîsîplînê tên birîn û ji ber pandemiyê fikarên wan zêde bûne. Aslan, destnîşan kir ku di warê agahîwergirtinê de bi qasî Wezareta Dadê, Wezareta Tenduristiyê jî xwedî berpirsiyar e. Aslan got: "Wezareta Tenduristiyê jî berpirsiyar e ji vê bêhiqûqîtiyê. Em nikarin hev du bibînin, em tenduristiya wan meraq dikin. Bênavber cezayê dîsîplînê tên birîn. Ma cihê wan ê li wir çi qasî berfireh e ku bêdîsîplîniyê bikin û pîvanan binpê bikin. Di dest wan de heq û hiqûqek tune yu ku vê yekê bikin. Ev hincet in."    PERGALA ÎMRALIYÊ RÛXIYA   Aslan, bibîr xist ku herî dawî bi hinceta "voltavamtinê" cezayê dîsîplînê li Ocalan hatiye birîn û wiha domand: "Pergala Îmrlaiyê rûxiya. Tu çaw aradibî ceza li meşa kesekîd ibirî. Jixwe vê dewletê xwe qedandiye. Lewma êrişê diber her derî, ser he rkesî."    Aslan ku got "Demildest divê Ocalan û girtiyên din ji wir bên derxistin" bal kişand ser şert û mercên Îmraliyê û got: "Ne cihekî ku mirov lê bimîne. Ez saetekê li wir mam, bi rojan ji ber wê saetê min fedî kir. Zilmek bi vî rengî lu tu devera cîhanê tune ye. Li wir dengê çûkekê jî nayê. Tu pêxemberan jî zilmeke wiha nedîtiye. Tu nijad, tu mirovan zilmek wiha nedîtiye."    BERXWEDANEKE BÊHEMPA   Aslan, bal kişand ser helwesta Îmraliyê û ev tişt gotin: "Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye. Li wir mihn saetekê hevdîtin kir. Tim tê bîra min. Fikira ku wan li ser pêyan dihêle çi ye. Dêmeg fikireke wan a pir qewî heye ku ev qasî bihêz in. Ez bi milyonan car xwe li ber vê fikira wan ditewînim, rêzê lê digirim."    ‘TU KES PEYWIRA XWE NAYNE CÎ'   Aslan, di dawiya axaftina xwe de gotinên birayê xwe yên di dema hevdîtinê de gotibûn "Kes peywira xwe nayne cî. Tiştekî ku Rêberê bibêje nemaye, fikira xwe, felsefeya xwe vegot. Tiştekî ku bibêje nemaye. Tişta ji niha û pê ve bê kirin divê gel bike."    Aslan bang li her kesî kir ku li dijî tecrîdê rabin.    MA / Mehmet Erol