Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye 2021-11-04 09:27:33   EDENE - Girtî Abdulkadîr Baybars 3 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Îdareya Girtîgeha Kurkçulerê, vê yekê sparta hincetên wekî "pandemîr, asayîş û ewlehiyê".    Abdulkadîr Baybars ku di Girtîgeha Kurkçuler a Tîpa F'yê de ye, çendî di canê wî de perçeyên şarapnelê hene jî, zêdetirî 3 sal in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Baybars, ji bo ji hucreyê bê derxistin 28 rojan di rojiya mirinê de ma. Parêzerê wî Tûgay Bek, ji bo muwekîlê wî ji hucreyê bê derxistin serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da. Desteya Îdareya Înfazê û Çavdêriyê ya Girtîgeha Tîpa F ya Edeneyê serlêdan nirxand û bi hincetên wekî" pandemî, asayîş û ewlehiyê" daxwaza red kir. Piştî vê Bek ji bo betalkirina biryarê serî li Dadgeriya Înfazê ya Edeneyê da û ji ber ku îdareya girtîgehê û Desteya Înfazê û Çavdêriyê jî peywira xwe bi xirabî kirine serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê da.     Desteya Îdareya Înfaz û Çavdêriyê ya Girtîgehê ji bo biryara xwe ya redkirinê hincetên wekî, "li gor biryara tewsiyeyê ya 13.20.2020'î desteya şêwirmendiyê ya zanistî ya Covîd-19'ê ya Wezareta Tenduristiyê ên nû tên divê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Kesên ji saziyê derkevin derve û cardin bên jî divê 14 rojan di karantînayê de bimînin. Ji bo vê pêdivî bi gelek odeyên karantînayê heye, lewma cih hatiye guherandin û her wiha di çarçoveya fermana ewlehî û asayîşê ya Mdiûriyeta Giştî ya Girtîgehan û Wezareta Dadê de ji ji ber ku neqlî saziya me hatiye kirin Desteya Îdare û Çavdêriyê jî biryar daye ku bi tena serê xwe di odeyekê de bimîne" rêz kirine.   'BI AWAYEKÎ EŞKERE BINPÊKIRINEKE HIQÛQÎ YE'    Parêzer Bek, anî ziman ku Baybars di 28'ê Çileyê de ji Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Edene ya Tîpa F'yê hatiye kirin û li vir di hucreyekê de tê tecrîdkirin û îzolekirin. Bek, bibîr xist ku Baybar zêdetirî 3 salan e bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û ji bo ji hucreyê derkeve 28 rojan di rojiya mirinê de maye. Bek, diyar kir ku ta li Baybars tê kirin tiştekî kêfî ye û tu hêleke wê ya mirovî, wijdanî û hiqûqî tune ye. Bek got: "Çendî ku muwekîlê min ne himkumxwar e û cezayekî dîsîplînê lê nehatiye birîn jî, lê zêdetirî 3 sal in di hucreyekê de tê tecrîdkirin. Ev, bi awayekî eşkere binpêkirina hiqûqê ye. Serlêdanên Baybars ên li Îdareya Girtîgehê, Serdozgeriya Komarê û saziyên din jî bêbersiv hatine hiştin. Bidawîkirina vê bêhiqûqîtiya îdareyê berpirsiyariya Serdozgeriya Komarê ye."    Bek, bertek nîşanî redkirina daxwaza Baybars a ji bo derketina ji hucreyê da ku ji aliyê Desteya Îdareya Înfazê û Çavdêriyê ya Girtîgeha Edene ya Tîpa F'yê bi hincetên wekî "pandemî, asayîş û ewlehiyê" tê redkirin. Bek, bilêv kir ku biryara redkirin 11 rêzik in, lê ji van rêzikan 7 jê derbarê pandemiyê de ne. Bek, anî ziman ku piştî 14 rojên karantînayê diviyabû baybars biçe qawîşeke asayî û got: "Piştî 14 rojan we ji bîr kiriye. 3 sal in we ew di hucreyekê de ji bîr kiriye." Bek, destnîşan kir ku îdare henekê xwe bi wan dike û bi vî awayî sûcê "îşkence" û "muameleya xirab dike.    Bek, diyar kir ku ji ber vê sûcê "îşkenceyê" û "muameleya xirab" ên ku îdareya girtîgehê dike serî li Dadgeriya Înfazê ya Edeneyê dane û ji bo gilîkirina îdarevanan jî serî li Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê dane.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen