Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin 2021-11-04 11:11:26     ENQERE - HDP'ê, parastina xwe ya destpêkê ya têkildarî doza girtina xwe ya li AYM'ê temam kir. Di parastinê de wê bê diyarkirin ku daraz di bin wesayeta desthilatê de ye û operasyonên komplo bên têşhîrkirin û cihê HDP'ê yê di demokrasiya Tirkiyeyê de bê destnîşankirin.    HDP'ê, parastina xwe ya derbarê doza girtinê ya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ve lê hatibû vekirin û di 21'ê hezîranê de ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ve hatibû qebûlkirin de temam kir. AYM'ê destpêkê ji bo parastinê heta 7'ê îlonê dema dabû HDP'ê. Lê li ser serlêdana HDP'ê AYM'ê vê demê heta 2 mehan dirêj kiribû. Ev dem jî di 6'ê mijdarê de bi dawî dibe. HDP'ê di bin serokatiya Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirsyar Umît Dede de komîsyoneke ku ji 11 kesan pêk dihat ji bo parastina xwe ava kiribû. Komîsyonê, parastinê temam kir û wê di 5 an jî di 8'ê mijdarê de radestî AYM'ê bike. Piştî ku HDP parastina xwe radestî AYM'ê bike wê parastin ji aliyê AYM'ê ve ji Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn re bê şandin. Di nav mehekê de divê serdozgerî nêrîna xwe ya derbarê esasê de pêşkêş bike. Piştî vê ji bo parastina xwe ya derbarê esasê de amade bike wê mehek dem ji HDP'ê re bê dayîn.    BI AWAYEKÎ SEREKE HAT TEMAMKIRIN   Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, dema amadekariyên parastinê AKP jî di nav de dozên ku li partiyen siyasî hatiye vekirin û biryarên ku derbarê wan de hatine dayîn, biryarên, binpêkirinê yên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û her wiha raporên ji aliyê Komîsyona Venedîkê ve hatine amadekirin lêkolîn kir. Bi awayekî sereke parastina hatiye temamkirin. Piştî ku destlêdanên dawî lê werin kirin wê parastin radestî AYM'ê bêkirin. Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê, piştî ku parastinê radestî AYM'ê bike wê hûrgiliyên parastinê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ji raya giştî re ragihîne.    Parastin, bi pêşniyar û desteka ku ji akademîsyen û hiqûqnasên di qada xwe de pispor in hatiye girtin, hatiye amadekirin.    WÊ GIRÎNGIYA HDP'Ê WERE DESTNÎŞANKIRIN   HDP'ê ku di her firsendê de diyar kir doza girtinê ya li dijî wê li şûna hiqûqê siyasî ye, destpêkê wê balê bikişîne ser operasyonên komploya darazê yên li dijî wê û cih û girîngiya wê ya di demokrasiya Tirkiyeyê de.   DEDE: DAXWAZÊN ME NEHATIN QEBÛLKIRIN   Alîkarê Hevserokên Giştî yê ji Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirsyar Umît Dede, têkildarî pêvajoya hiqûqî ya ji bo doza girtinê ku li partiyê wan hatiye vekirin axivî û destnîşan kir ku gelek kêmasiyên doznameyê û zêdekên wê hene û rexmî ku van kêmasiyan di serlêdana xwe ya AYM'ê de anîne ziman jî daxwazên wan nehatine qebûlkirin.    MA / Berîvan Altan - Zemo Aggoz