‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’ 2021-11-04 11:26:16   AMED - Partiyên kurd bal kişandin ser girîngiya tifaqa li dijî şer û bi lêv kirin ku tifaqeke ku were ava kirin dikare bibe bingeha yekitiya neteweyî û kurd dikarin bi avakirina tifaqê li welat bibin hêza diyarker.    Tezkereya Irak û Sûriyeyê ku bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Tayîp Erdogan biribûn Meclîsê, di 26’ê Cotmehê de bi dengên AKP’ê, MHP’ê û Îyî Partiyê hatibû qebûlkirin. Tezkeraya ku ku têkildarî bicihkirina eskeran a li Iraq û Sûriyeyê û operasyonên dersînor 2 salan hat dirêjkirin. Di pêvajoya ku tezkereya şer hatibû rojevê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di civîna Tifaqa Kurdistanî ya 15’ê Cotmehê ya li Amedê de banga tifaqa li dijî şer li partiyan kir. Partiyên kurd, diyar kirin ku banga Sancar a ji bo ‘Tifaqa kurdan a li dijî şer’ divê piştî tezkereya hatiye derbaskirin demildest were bicihanîn.    ‘DIVÊ ARMANCA OPERASYONAN JI CIVAKÊ RE WERE GOTIN’   Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya, bi lêv kir ku niqaşên platforma li dijî şer ji sala par ve di rojevê de ye. Kaya, diyar kir ku her kesên ku ji polîtîkayên şer ên desthilatê êşê dikişine divê nav vê tifaqê de cih bigire û wiha got: “Tifaqa li dijî şer divê demildest were avakirin. Divê em ewilî ji civaka kurd, desthilat û kesên nêzîkî wê re bêjin ku ev tezkere ji bo kurdan tê çi wateyê. Divê mirov vebêje ku derveyî sînor kî heye û ev operasyon li dijî kê were kirin. Di medyayê de weke ku ‘gefa ewlehiya sînor heye’ gelek tê manîpulekirin. Ev bi zanebûn tê kirin. Divê armanca Tirkiyeyê ya li wê derê ji civakê re were vegotin. Divê em operasyona Efrînê vebêjin. Divê em diyar bikin ku operasyon li dijî statuya kurdan a hatiye avakirin û ji holê rakirina destkeftiyên wan e. Ji ber vê yekê divê em gotina Mîthat Sancar a tifaqa li dijî şer di civakê de mezin bikin û rêxistin bikin. Heta divê em ji bo vê mîtîngan li dar bixin.”   ‘WÊ GELÊ KURD PARTIYÊN Lİ DIJÎ TEZKEREYÊ HELWEST NEGIRTIN CEZA BIKE’   Kaya, diyar kir ku banga Sancar wê bandoreke mezin li Yekitiya Neteweyî ya Kurd jî bike û wiha berdewam kir: “Me berê jî gotibû ku tifaqa neteweyî ya kurd bi rêya hin pratikan dikare were pêşve birin. Beriya niha jî li ser zimanê kurdî hin gav hatibûn avêtin. Îro jî bi helwesta li dijî şer dikarin hin gav bên avêtin.  Îro mirov li dijî desthilata ku dixwaze bi şer hêza xwe xurt bike bi wêrekî bibêje aştî vînek û hêzeke mezin dixwaze. Ji ber wê yekê mirov gavekê biavêje dikare hin tiştan biguherîne. Ji ber wê em dikarin ji bo banga aştiyeke berfireh û yekitiya neteweyî gavekê biavêjin.” Kaya, destnîşan kir ku gelê kurd êdî şer naxwaze û da zanîn ku partiyên li Meclîsê li dijî tezkereyê helwest negirtin wê ji aliyê hilbijêrên kurd ve werin cezakirin.   DIVÊ DEMILDEST GAV WERIN AVÊTIN   Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek jî bi lêv kir ku banga Sancar a tifaqa li dijî şer di cih de ye û wiha got: “Divê em weke Partiyên Tifaqa Kurdistanî demildest meseleya tezkereyê deynin pêşiya xwe û ser xebatekê deynin holê. Ji bo hem tifaqeke mezin a li dijî şer hem jî tifaqa neteweyî mayînde bibe divê gav werin avêtin.”   AKP’Ê Û MHP’Ê DEST JI KURDAN BERDAN   Çîftyurek, destnîşan kir ku tifaqa AKP’ê û MHP’ê bi şerê ku bi rêve dibin dest ji kurdan berdan û wiha axivî: “Di serî de gelê kurd, hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ji ber polîtîkayên şer ên bûn sedemê qeyranê wê helwesteke tund nîşanî tezkereyê bidin. Divê helwesta gelê Kurdistanê jî zelal be. Binêrin Partiya DEVA jî gelek şirîn nêzîkî gelê kurd dibe lê dema mesele dibe destkeftiyên kurdan hemû tên ba hev. Ez ji vê derê bang li hemû kurdan dikim; divê teqez deng nedin partiyên rejîmê. Divê piştevaniya partiyên dijminê kurdan ên weke AKP’ê neyê kirin.”   ‘KURD DIKARIN BIBIN HÊZA DIYARKER’   Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK-Bakur) Sertaç Bûcak jî bi bîr xist ku kurd ji bo Tirkiyeyê di rola “mifteyê” de ne û wiha axivî: “Banga tifaqê gelekî girîng e. Lê em tifaqê tenê bi kurdan re pêk bînin wê lingekî wê kêm bimîne. Em dikarin pêşengtiyê ji tifaqê re bikin. Ji bo vê dane jî di destê me de hene. Helwesta CHP’ê ya li dijî tezkereyê ji bo me girîng bû. Cara ewil e CHP helwesteke wisa digire. Ji ber wê yekê kurd dikarin bi tifaqekê li welat bibin hêzeke diyarker.”   MA / Ergîn Çağlar