Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin 2021-11-04 11:45:47   ENQERE - Dadgeha Bilind, 15 cezayê, ji ber li dijî Hasan Karabûlût ê bi awayekî sîstematîk îşkence lê kiribû û xwestibû wê bike defika fihûşê serî li parastina rewa dabû û neçar mabû ku wî bikuje, li Çîlem Dogan hatibû birîn, erê kir.    Li Edenê, di 8'ê tîrmeha 2015'an de ji ber ku bi awayekî sîstematîk îşkence lê kiribû û xwestibû wê bike defika fihûşê, Çîlem Dogan serî li parastina rewa dabû û neçar mabû ku Hasan Karabûlût bikuje. Ji ber vê doz li Dogan hatibû vekirin û ji aliyê 10'emîn Dadgeha Ceza ya Edene ve 15 sal cezaye girtîgehê li hatibû biribûn. Piştî vê biryara dadgeha herêmî bi daxwaza "parastina rewa" ji bo temyîzê serî li Dadgeha Bilind hatibû dayîn. Li 1'emîn Daîreya Dadgeha Bilind danişîna biryarê hat dîtin û dadgehê cezayê ku ji aliyê dadgeha herêmî ve li Dogan hatibû birîn erê kir.    Piştî vê biryarê wê Dogan ku di sala 2016'an de bi kefaletê hatibû berdan careke din bê girtin.    Parêzerên Dogan jî ragihandin ku wê li serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.