Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin 2021-11-04 11:57:48   RIHA - Li navçeya Pirsûsê di serdegirtina malan de polisan 2 kesan binçav kirin.    Di saetên serê sibehê de polisan li navçeya Pirsûs a Rihayê bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de polisan li taxa Uçpinar Emîne Özçelîk û li taxa Huriyetê jî Omer Orçîn binçav kirin. Sedema binçavkirin Ozçelîk û Orçîn nehat hînbûn. Polisan Ozçelîk û Orçîn birin Miduriyeta Polisan a Navçeyê.    Emîne Ozçelîk beriya hefteyekê dîsa hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan.