Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû 2021-11-04 12:02:42   STENBOL - Li Stenbolê, "Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê" ku 205 siyasetmedarên kurd têde tên darizandin cara 45'emîn taloq bû.    Li Stenbolê, 45'emîn danişîna "Doza Sereke ya KCK'ê ya Stenbolê" ku 205 siyasetmedarên kurd têde tên darizandin, li 3'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzer û hin siyasetmedarên kurd ên berdayî tên darizandin tevlÎ danişî bûn. Heyeta dadgehê, diyar kir ku kêmasiyên dosyayê hê nehatine temamkirin û danişînê taloqî 17'ê sibata 2022'an kir.