Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû 2021-11-04 12:17:40   RIHA - Emîne Şenyaşar ku di roja 241'emîn de têkoşîna xwe ya edaletê bênavber didomîne, îro bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû.    Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê ku di 9'ê adarê de dest pê kiribû di roja 241'emîn de didome. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên wê di êrîşa 14'ê hezirana 2018'an de ji aliyê parastvan û xizmê Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar ku di êrişê de birîndar xelas bû, dema ku xwestin bên ber edliyeyê tansiyona Emîne Şenyaşar ket û çûn  (Ji ber ku hevjîn û 2 kurên wê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatin qetilkirin Emîne Şenyaşar dilê ronî nade ku biçe vê nexweşxaneyê) nexweşxaneyeke taybet a li navçeyê.   BI SEROMÊ HAT BER EDLIYEYÊ   Piştî mudaxaleya kedkarên tenduristiyê Şenyaşar bi xwe ve hat û rexmî hişyariya bijîjkan "divê 2 rojan bêhna xwe vedî" jî got ku wê navber nede nobeta xwe û bi seromê ber bi Edliyeya Rihayê ket rê. Piştî demekê Emîne Şenyaşar a serom di milê wê de û kurê wê Ferît Şenyaşar hatin ber edliyeyê û dest bi nobeta xwe kirin.    BANGA DAXUYANIYA ÇAPAMENIYÊ   Ferît Şenyaşar ku me bi telefonê xwe gihandê, ev tişt got: "Ev drama mirovahiyê, êdî halê dayika min ê li peyarêyê rûnê nemaye. Dayika min li ber çavên min dihele. Bla kesek ji vê re bibêje bes."     Her wiha Şenyaşar, destnîşan kir ku wê saet di 13.0'an de bi parêzerên malbatê û endamên Lijneya Rêveberiya Baroya Rihayê re derbarê asta ku çalakiya wan gihîştiyê û boçûna çalakiyê de raya giştî agahdar bikin û vexwend ku herkes daxuyaniya wan bişopîne.