Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin 2021-11-04 12:29:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberê MÎT'ê yê berê Mehmet Eymur ê têkildarî 18 cînayetên ku Mehmet Agar jî di nav bersûcan de ye axivî, wiha got: “Peywîrdarên dewletê ji bo pereyan 18 kes kuştin. Çîllerê cînayetên ku pêk hatin dizane.”    Serokê berê yê Daîreya MÎT'ê yê Kontrterorê Mehmet Eymur, karên “kûr” ên weke Abdullah Çatli, Mehmet Agar, Tansu Çîller, Yeşîl, Sedat Peker, Dogû Perînçek, cînayetên ji aliyê JÎTEM'ê ve hatine kirin û "kiryarên nediyar" hatine hiştin, vegot. Eymur ji T24’ê Gokçer Tahîncîoglû re axivî.    ‘MEHMET AGAR BI HÊZ BÛ’   Eymur, diyar kir ku Fermandariya Koma Têkoşîna bi Terorê re û Îstîxbaratê ya Cendermeyan (JÎTEM) ku dewletê gelek caran ew înkar kiribû, di rastiyê de heye û wiha got: “Elbet JÎTEM rast e. Ez Velî Kuçuk jî baş nas dikim. Karên xelet kirin. JÎTEM eve, ewe filan bêhvan. (Têkildarî doza 18 kesan) Min her tim lîsteyên ji Tarik Umît girt, dan. Kaşîf Kozînoglû yê bi me re dixebitî (Endamê MÎT’ê yê berê ku di doza operasyona Ergenekonê de di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da) yek ji wan kesên ku bi vê komê re xebitî bû. Tabî min rapora van cînayetan girt û li gorî ûsûla wê dan. Li gorî min dewlet dikare her tiştî bike. Rewa ye. Ji bo min wisa ye. Lê heke berjewendî di nava kar de hebe… ‘Ev qas pere bide an ez ê te bikujim’ Mixabin ev mirov wisa hatin kuştin. Gotina min pere nekir. Min ji wê demê ve nivîsand. Kir rapor. Vegot, herkesê bi henekî rica dikir ‘me jî binivîse ku em bilind bin’. Qasî ku min nivîsand Mehmet Agar bi hêz bû. Min ev nivîsandin û kirin rapor. Pir balkêş e…Berjewendî girîng in.”   ‘ÇÎLLER DIZANE’   Eymur, ji pirsa Tahîncîoglû ya “Çîller ji van cînayetan agahdar nebû?” jî ev bersiv da: “Çiller dizane. Lê kî dizane Mehmet Agar çawa pêşkeşî wê dikir? Agar pasaportê û rayeyê dide van.” Eymur, ji pirsa “We Mahmût Yildirim ê bi navê Yeşîl tê zanîn dema ji JÎTEM’ê hat dûrxistin, girt MÎT’ê. Ew jî bersûcekî ku di nava cînayetên kiryarên ne diyar de ye… Yeşîl dijî gelo?” jî ev bersiv da: “Ez nafikirim ku dijî. Ez bi kurê wî wan re jî axivîm. Bi ya min yek ji wan kesên ku pere belavkirin ew kuştiye. Dema winda bû em gelek li wî geriyan. Me wesayîta wî li Bahçelîevler dît. Ajokarê wî hebû ew jî winda bû.”   NAVÊ ÇATLI DI NAVA TIRYAKÊ DE YE   Eymur, ê têkildarî Çatli jî nirxandin kirin wiha got: “Bi Çatli re jî niqaşeke min çêbû. Yekê ew anî bû restoraneke li Bebekê. Min jê re got hûn karê tiryakê dikin. Wê demê li derveyî welat dijîn. Ji min re got ‘Ê em mecbûr man, ma em birçî bijîn?’ Min jê re got ma tu nikarî karekî din bikî? Niqaş derket di navbera me de. Komkujiya Bahçelîevlerê ne cînayeteke ku bi destê dewletê pêk hatiye. Ji xwe di nav her karên qirêj de ne. Nûrî Gundeşan (Serokê herêmê yê berê yê MÎT’ê) ew bi kar anî. Nikarîn tiştekî jî bikin. Çîrokên me ASALA qedand derew e. Bombeyek li bîrdariyeke goristaneke li Fransayê bi cih kirin. Wekî din tiştekî din nîne ku wan kiriye.”