Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin 2021-11-04 12:58:17   RIHA - Li navçeya Licê 4 çawişên pispor ji ber bazirganiya tiryakê hatin girtin.    Fermandariya Cendermeyan a Rihayê li xaçerêya gundê Ovacik û Çakmak yên navçeya Hîlwana Rihayê wesayîta bi pîleqeya 55 AAT 802 sekinandibû û di lêgerînê de 42 kîlo 100 gram esrar girtibû. Çawişê pispor Hanîfî N. ku ajokarê maşîneya zirxî ya girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Licê ye, di wesayîtê de hatibû binçavkirin.   ‘MIN DIBIR KU RADEST BIKIM’   Hanîfî N. di îfadeya xwe de gotibû ku esrar bi 200 hezar lîreyan firotiye Hasan A. yê li gundê Sogutlu yên navçeya Hîlwanê rûdine û ji bo bibe radestî wî bike dibir. Di çarçoveya îfadeyê de di serdegirtina malê ya gundê Sogutlu de Hasan A. hatibû binçavkirin. Çawişê pispor Hanîfî N. û Hasan A. biribûn Fermandariya Cendermeyan a Bajêr.   Piştî li Edliyeya Rihayê îfadeya her çar çawişên pispor û Hasan A. hat wergirtin, dadgehê her pênç kes girtin û şandin girtîgehê.