Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin! 2021-11-04 13:16:42   MÊRDÎN - Di doza ku hevşaredarên Qoser û Stewrê ku qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin de hat angaştkirin ku girteke "şahidê nepen" a beriya niha hatibû ragihandin ne di Bernameya Parastina Şahid de ye bi şaşî li Şaxa TEM'ê hatiye dîtin.    Li Mêrdînê, 6'êmîn danişîna Hevşaredara Qoserê Nilûfer Elîk û Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu ku ji aliye Wezareta Karên Hundir ve qeyûm tayînî şûna wan hatine kirin hat dîtin. Her du hevşaredar jî tevlî danişîna ku li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran hat dîtin nebûn. Parêzerên wan li danişînê amade bûn. Danişînê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Di danişînê de destpêkê nivîsên hatibûn hatin xwendin. Li dadgehê nivîsa derbarê şahidê nepen ê bi navê "B19O9L6D2P0L1T5 (BOLDPİLOT)" ku beriya niha ji aliyê Serokatiya Daîreya Parastina Şahid ve hatibû ragihandin ku navê wî di Bernameya Parastina Şahid de tune ye de hat xwendin.    ANGAŞTA 'BI ŞAŞÎ HATIYE DÎTIN'   Di nivîsa ku ji aliyê Miduriyeta Polisan a Mêrdînê ve hat şandin de hat angaştkirin ku girteka derbarê "şahidê nepen" de ku hatibû raihandin ji Bernameya Parastina Şahid hatiye girtin bi şaşî li Miduriyeta Şaxa TEM'ê hatiye dîtin.   Piştre dozger mutalaaya xwe ya beriya niha dubare kir û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" ji her ju hevşaredaran re ceza xwest.    'BILA ŞAHIDÊ NEPEN BÊ GUHDARKIRIN'   Parêzeran li dijî mutalaayê parastin kirin û daxwaz kirin ku "şahidê nepen" ê mijara gotinê û şahidên aşkera li danişînê bên guhdarkirin. Her wiha parêzeran daxwaza xwe ya ku Parlamentera berê ya HDP'ê Gulseren Yildirim weke şahid bê guhdarîkirin dubare kirin.    DAXWAZÊN PARÊZERAN QEBÛL NEKIRIN   Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran ên derbarê şahidê nepen, şahidê aşkera û Gulser Yildirim red kir û danişînê taoqî 1'ê sibata 2022'an kir.