Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir 2021-11-04 14:15:21   RIHA - Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyaşar ku bi seromê nobeta xwe ya edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê didomîne kirin.    Nobeta malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 241'emîn de didome. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê Emîne Şenyaşar destpêkê çû nexweşxaneyê û piştre bi seromê dest bi nobeta ku bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re didomîne kir. Dema ku Emîne Şenyaşar nobeta xwe didomand polisên hatin cihê nobetê rexmî seroma di milê wê de jî mudaxaleyî wê kirin.    Amirê polisan angaşt kir ku serom ne "ji dil e" û bi ser polisan de qêriya û ev tişt ji wan re got: "Ez ê mudaxale bikim, bi zorê bibin nexweşxaneyê. Ev der edliye ye ne nexweşxane ye." Li ser vê polisan mudaxaleyî Şenyaşar kir û hewl dan wê bi ambûlansê bibin nexweşxaneyê. Emîne Şenyaşar bi vê gotinê bertek nîşanî polisan da: "Min bibin girtîgehê."   Emîne Şenyaşar çûna nexweşxaneyê red kir û bi armanca ku bi dozger re hevdîtinê bike ket avahiya edliyeyê.