Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir 2021-11-04 14:54:13   AGIRÎ/WAN - Ji ber şermezarkirina "Darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê" polisan li Agirî û Wanê êrişî HDP'iyan kir û gelek bi lêdanê binçav kirin.    Rêxistina HDP'ê ya Agiriyê, xwest ji bo "Darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê" daxuyanî bide. Polisan êrişî HDP'iyan kir û Hevserkên HDP'ê yên Bajar Semra Ozden û Erol Berke jî di nav de 6 kesan binçav kirin. Polisan welatiyên ku xwestin tevlî çalakiyê bibin jî asteng kirin. Li ser vê yekê HDP'iyan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Welatiyên li hawirdorê helwesta polisan şermezar kirin.    Polisan êrişê HDP'iyên ku rûniştin û daxuyanî dan kirin û 6 kesan binçav kirin.    LI WANÊ DESTÛR NEDAN ÇALAKIYÊ   Rêxistina HDP'ê ya Wanê jî bi heman armancê li Kuçeya Hunerê xwestin daxuyanî bidin çapameniyê. Polisan bi hinceta qedexeya Walîtiya Wanê destûr nedan HDP'iyan. Ji ber vê ji bo demekê di navbera HDP'î û polisan de nîqaş derket. Piştre polisan mudaxaleyî HDP'iyan kir û gelek kesan bi lêdanê binçav kirin. Her wiha polisan asteng kir ku rojnameger jî dîmenan bikişînin.    HDP'iyan polisan şermezar kir û çalakiya rûniştina li dar xistin.