Ji bo girtiyan çalakiya bê navber 2021-11-04 16:16:04   STENBOL - Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, diyar kirin ku heta 19’ê Kanûnê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan tên şewitandin wê li qadan bin û banga piştevaniyê kirin.    Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, li ser neberdana girtiyên nexweş û şewitandinên înfazê li ber Girtîgeha Bakirkoyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bes e ji biryarên bernedanê re. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hat vekirin û dirûşmeyên “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” û “Vîna şoreşger nikare teslîm were girtin” hatin berzkirin. Di daxuyaniyê de endamê înîsiyatîfê Ertan Çita axivî.    TECRÎD KÛRTIR BÛ   Çita, diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de binpêkirinên mafan derketine asta herî jor û wiha got: “Têkiliya girtiyan a bi derve tê sînorkirin. Tecrîda li ser girtiyan ji berê zêdetir hatiye kûr kirin.” Çita, da zanîn ku girtî bi hêceta “ne di rewşeke baş de ne” nayên berdan. Çita, destnîşan kir ku berdana girtiyan ji biryarên “keyfî” yên rayedarên girtîgehê re tên hiştin û wiha got: “Dewleta ku li girtîgehan her cure zext, tecrîd, îşkence û mûameleya nebaş pêkanînên xwe zêdekirin, bi polîtîkayên şewitandina înfazê hewl dide ku pergaleke ku kesê ketiye hûndir nikare derkeve derve, bi tu awayî hiqûq nexibite bêxe meriyetê.”   GIRTIYÊN KU ÎNFAZÊN WAN TÊN ŞEWITANDIN   Çita, bi lêv kir ku gelek mafên girtiyên ên bi têkoşînê bi dest xistin ji destên wan hat girtin û wiha berdewam kir: “Îşkence û mûameleya nebaş zêde bûye. Ev êriş û pêkanînên keyfî bi rêya pandemiyê tên meşrûkirin. Dewlet hewl dide ku vîna girtiyan teslîm bigire.” Çita, qala girtiyên ku nayên berdan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lêpirsînên dîsîplînê û şewitandinên înfazê êdî bûne amûrên cezakirina girtiyan. Niha ji 60 girtiyan zêdetir lazime hatibûna berdan lê ji ber înfaza wan hatiye şewitandin nayên berdan.”   GIRTIYÊN NEXWEŞ   Çita, bi lêv kir ku di pêvajoya pandemiyê de binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha pê de çû: “Temamiya fatûreya pandemiyê ku bi rengekî rast û tenduristî nikare bê kirin, bi giyan û tenduristiya girtiyên hundir tê dayîn. An nexweşxane, an Saziya Tiba Edlî an jî dozgerî berdana girtiyên nexweş asteng dike. Di 6 salên dawî de herî kêm 103 girtiyên ku mafê xatirxwestinê jî nedan wan, li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan. Eşkere ye ku jiyana girtiyan bi hêceta ‘ewlehiya civakê’ di nava ‘xeteriyê’ de ye.”   WÊ ÇALAKÎ BIDOMIN   Çita destnîşan kir ku ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfazan wê têkoşîna xwe bidomînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê heta 19’ê Kanûnê li qadan bêjin ‘Bes e ji biryarên bernedanê re’ û ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’. Em ê nehêlin ku girtî li pişt dîwarên tecrîdê bimînin. Em bang li hemû beşên civakê dikin ku bibin dengê derve yê girtiyan û li dijî zext, êrîş û êşkenceya li girtîgehan têkoşînê geş bikin.”