Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e? 2021-11-04 16:25:25   RIHA - Ferît Şenyaşar, diyar kir ku rexmî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê jî dayika 241 roj in Nobeta Edaletê didomîne û bertek nîşanî amîrê polisan ê ji dayika wî re dermanên wê re got "formalîte" da û dermanên dayika xwe rêjand û ev tişt got: "Formalîte ev e?"   Li navçeya Pirsûs a Rihayê di 14'ê hezîrana 2018'an de parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildirim êrişê malbata Şenyaşar kirin û 3 ferdên malbatê qetil kirin. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên xwe di vê êrişê de winda kir, bi kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji êrişê birîndar xelas bû re ji 9'ê adarê ve 241 roj in li ber Edliyeya Rihayê Nobet Edaletê digire. Ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê îro Emîne Şenyaşar berî ku dest bi nobetê bike çû nexweşxaneyê û rexmî ku seromê lê dabûn jî hat ber Edliyeyê Rihayê û dest bi nobetê kir.      DAXUYANÎ DAN ÇAPAMENIYÊ   Piştî ku bi seromê dest bi nobetê kir, polisan mudaxaleyî Emîne Şenayaşar kir û xwestin wê bi darê zorê bibin nexweşxaneyê. Lê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar çûna nexweşxaneyê red kirin. Malbat Şenyaşar bi parêzerên xwe re li "Goşeya Edaletê ya Malbata Şenyaşar" têkildarî mijarê daxuyanî dan çapameniyê. Dayika Emîne Şenyaşar milê xwe yê serom lê rakir hewa û bideqyan zêmar orandin. Di daxuyaniyê de pakarta "Bav û 2 kurên xwe li nexweşxaneya dewletê li ber çavê herkesî hatin qetilkirin" ku weneyên Haci Esvet Şenyaşar û kurê wî Adil û Celal ku di êrişê de hatibûn qetilkirin li ser hat vekirin.    DAYIKEK 8 MEH IN LI BENDA EDALETÊ YE   Ferît Şenyaşar, diyar kir ku bi dayika xwe re 8 meh in bi daxwaza edaletê di çalakiyê de ne û wiha got: "Dayikek 8 meh in li ber derê Edliyeya Rihayê radiweste. Li nexweşxaneya dewletê hevjîn û 2 kur in wê hatin qetilkirin. 8 meh in dozger ji me direvin. Niha jî dozgerê dosyayê derketiye destûra bêdem. Ji me direve. Her cara ku em dikevin edliyeyê ji derî direve. Wezîrê Edaletê qala edaletê dike." Piştî van gotinên xwe Şenayaşar, bala kişand ser rewşa tenduristiyê ya dayika xwe û ev tişt anîn ziman: "Bijîjk dibêje bila bêhna xwe bide lê dayika min li malê rûnanê. Rûniştina dayika min a li vir şerma herkesî ye. Bila baro bên vir û vê şermê bi dawî bikin. Ev şerma me hemûyan e. Dayika min nikare xwarinê bixwe. Di milê wê de serom heye. Polis mudaxaleyî me dike û rayedarekî ku mirovahiya xwe winda kiriye ji bo seromê dibêje formalîte."   DERMAN RÊJAND   Piştî van gotinên xwe Ferît Şenyaşar, dermanên dayika xwe rêjand û di berdewamê de ev tişt gotin: "Ev in formalîte? Ev derman formalîte ne? Rapora ku nexweşxaneyê daye formalîte ye? Hûn jî bên bi formalîte 8 meh li vir rûnin. Dayika min 65 salî ye, hinek xwe bikin şûna wê. Wê heta kîngê ev bidome. Heta ku ev dayik li vir rûnê bila kes qala edaletê neke. Êdî bes e. Dayika min naxwaze li vir bimire. Ji vê bêedaletiyê re demildest çare bibînin."   Dayik û kurê xwe, piştî daxuyaniyê ji bo nobeta xwe bidomînin derbasî Goşeyê Edaletê yê Malbata Şenyaşar bûn.