Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin 2021-11-04 16:52:29   KIRIKKALE - Danişîna doza Vartînîsê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Kirikkaleyê hat dîtin. Heyeta dadgehê danişîn taloqê 9'ê kanûnê kir.    Di 3'ê cotmeha 1993'an de li navçeya Têlî ya Mûşê ji aliyê leşkerên tirk ve komkujiyek pêk hat. Di komkujiyê de 7 jê zarok bi giştî 9 kes hatin qetilkirin. Duyemîn danişîna doza ku derbarê komkujiyê de hatibû vekirin wê îro li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Kirikkaleyê hat dîtin. Aysel Ogut ku ji komkujiyê sax filitî, xizmên wan Abdullah Ogut, Nurullah Ogut, Murat Ugut, parêzer û serokê Baroya Bedlîsê Fuat Ozgur tevlî danişînê bûn. Her wiha rêvebera Navenda Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) Nûray Çevîrmen, perêzera ÎHD'ê Gunîzî Satar, Navenda Hafizayê, ji Komeleya Azadî ya Hafiza ya Jiyanê Ozan Devrîm Yay jî tevlî dozê bûn.    Parêzerê gubanbar tevlî danişînê nebû li şûna wî Kadîr Karaçelîk ji ber ku li bajarek din bû bi (SEGBÎS) tevlî danişînê bû, lê ji ber pirsgirêka teknîkê nekarî parastinê bike.    Piştî tespîta nasnameyan Abdullah Ogut û Murat Ogut xwestin gumanbar bê girtin. Aysel Ogut jî da zanîn ku divê faîlên qetlîamê bên cezakirin.  Piştre Nurullah Ogut mafê axaftinê girt û diyar kir ku dewletê ceza neda faîlan.    Parêzerê malbatê Fuat Ozgur jî da zanîn ku Dadgeha Bilind biryar xirakir lê piştî 6 mehan ji bo danişîna dozê roj da û got: "Faîlê ku 9 kesî kuştî piştî danişîna herî dawî biryara girtinê hat dayîn. Ev tişt tenê tê wateya bêcezahiştinê. Faîl li Tirkiyeyê û baş lêpirsin nayê kirin. Em daxwaz dikin ku bi rêya Înterpolê lêgerîna wî bê kirin, em bang li Midûriyeta Giştî ya Emniyetê dikin. Dosyaya wisa heke bê girtin ev tişt eyba dewletê ye."   Heyeta dadgehê danişînê taloqê 9'ê kanûnê kir.