Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin 2021-11-04 18:24:04     ŞIRNEX - Malbatê piştî 150 rojan cenazeyê endama HPG'ê Bedîa Yaliç wergirt.    Cenazeyê endama HPG'ê Bedîa Yaliç ku di 7'ê Hezîranê de li qada Navsera Çiyayê Cudî di şer de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 mehan  radestî malbata wê kirin. Malbata Yaliç, 3 meh beriya niha ji bo ku cenaze wergire ji bo DNA'yê xwîn dabû Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê. Piştî encama DNA'yê malbatê cenaze ji goristana "bêkesan" a Şirnexê wergirt û li goristana Taxa Kizir ya navçeya Sîlopyayê di bin dorbêça polîsan de defin kir.