ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê 2021-11-05 09:00:39 * Li navçeya Hezexê ya Şirnexê DEDAŞ'ê tu kolan û tax nehiştine ku ne kolandine. Hevşaredarê Hezexê Murat Şen ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, bertek nîşanî vê yekê da û got: "DEDAŞ bi piştgirî û destûra  qeyûm vê xebatê dide meşandin." * Parêzerên dosyeya Kader Ortakayayê ku ji ber ku di lêpirsînê de tu pêşketin rû nedan serî li AYM'ê dabûn, heger AYM biryareke neyînî bide vê carê dê serî li DMME'yê bidin.    * Bazarvanan diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetan nanoziko dixebitin û gotin: "Em dixebitin, lê ne danehevek me, ne veberhênaniyek me, ne pêşerojek me û ne jî sîgortayek me heye, em nikarin debara xwe bikin."    * Pira Cendereyê (Septîmîûs Severûs) ku di navbera Kolik û Sincikê de ye, hezar û 800 sal in tu tişt ji rewnaqî û hişmetiya wê kêm nebûye.    * Dûrrî Kaygûsûz ku 25 sal berê ji ber cerdevantiyê koçî Dîlokê kiriye, dê careke din bi angaşta "avakirin û birêvebirina rêxistinê" bê darizandin. Kaygûsûz, çîroka xwe bi vê gotinê xulase kir: "Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse."    * Hevserokê HDP'a Amedê Zeyat Ceylan, ji bo beşdarbûna kongreya bajêr ku dê di 14'ê Mijdarê de bê lidarxistin, bang kir.   * Li Mêrdînê fermandarê qereqolê Fahrî Ç. ku ji ber sûcê tacizê tê darizandin, peyamên wî yên naveroka wan zayendî wekî "peyamşandinekê" hatin nirxandin û derbarê wî de biryara beraetê hat dayîn.    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar dê di roja 242’yemîn de berdewam bike.    * Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran wê civîna xwe ya çapemeniyê ya heftane, li navenda partiya xwe pêk bîne. (11.00)    * Rêxistina HDP’ê ya Amedê têkildarî kongreya xwe ya bajêr ku dê di 14’ê Mijdarê de pêk bîne wê li avahiya xwe ya navçeya Yenîşehîrê daxuyaniyekê bide. (11.00)    * Meclîsa Ciwanan a HDP’ê têkildarî zextên li ser endamên xwe wê li Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.30)   * Danişîna doza kesên piştî çalakiyên Kobanê li Îzmîrê hatibûn binçavkirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê pêk bê. (14.30)