DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine! 2021-11-05 09:05:14   ŞIRNEX - Li navçeya Hezexê ya Şirnexê DEDAŞ'ê tu kolan û tax nehiştine ku ne kolandine. Hevşaredarê Hezexê Murat Şen ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin, bertek nîşanî vê yekê da û got: "DEDAŞ bi piştgirî û destûra  qeyûm vê xebatê dide meşandin."   Li herêmê tahde û zilma Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) didome. DEDAŞ her sal bi şaredariyan re protokoleke hevpar îmze dike û di bin navê pêşîgirtina li ceyrana qaçax de kuçe, kolan û taxan dikole. Ji ber kolan û taxên tên kolandin gel mexdûr dibe. DEDAŞ trafoyan datîne ber deriyên parkan û hewşên dibistanan û bi vî awayî pêşî li ber talûkenî mezin vedike. Xebata DEDAŞ a ku pîranî li bajarên kurdan berdewam dike dibe sedemê nerazîbûnan. Li navçeya Hezex a Şirnexê taxên Turgut Ozal, Atakent û Kolana Adîle Naşît ji aliyê DEDAŞ'ê ve hatine serobinokirin û şênî û esnafên van tax û kolanan zehmetiyê dikişînin.   'BI KEYFÎ TEVDIGERIN'   Hevşaredarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Hezexê ku qeyûm tayinî şûna wî hatiye kirin Murat Şen diyar kir ku DEDAŞ bi vê xebatê gel mexdur dike û wiha got : "Mehek û nîvek beriya niha DEDAŞ'ê dest bi vê xebatê kir. Ji roja ku hatiye destpêkirin heya niha zarok û kalên me nikarin li ser peyarêyan bimeşin. Li Hezexê cadeya ku herî zêde qerebalix e û çûyin û hatina lê zêde ye, Cadeya Adîle Naşît e. Ev xebat di heman demê de pêşî li ber qezeyan vedike. Demsala zivistanê hat, her der kolandine. Gel ji ber vê bêzar bûye. Çêdikin bila çêbikin. Lê bi keyfî tevdigerin. Li taxa Atakentê ceyran xistine bin erdê. Lê ya pêşiyê jî tev rakirine ser dîrekan. Bi kurtasî dibêjin ku çawa bixwazin wê wisa bikin. Em ji tu kesî re nebûne asteng û em nabêjin ku bila karê xwe nekin. Lê belê dikolin û wisa dihêlin. Em ji wan re jî dibêjin. Lê mixabin kesê ku ji vê gotina me re bibe bersiv tune ye. Em Hezexeke paqij dixwazîn. Ne ku hin kes bên bixwin û biçin."   Şen, destnîşan kir ku DEDAŞ bi keyfî tevdigere û wiha dom kir : "Em dema ku hatine ser kar di serî de Cadeya Adîle Naşît çêkir. Ji bo ku careke din neyê xirabkirin me boruyên herî baş xetên xwe kişandin. Lê DEDAŞ hat weke ku ew borî amûrên bavê wan in kişandin. Em wexta ku hatin ser kar qeyûm beriya me bi DEDAŞ'ê re protokol îmze kiribû. DEDAŞ bi piştgirî û destûra qeyûm vê xebatê dide meşandin. Zarok û taxî tên di vê parkê de wext derbas dikin. Ew jî hatine parkê hilweşandine. DEDAŞ şîrketeke taybet e ne saziyeke dewletê ye. Lê dema ku ji bo kolandina taxan tên jî di bin ewlehiya polîsan de tên. Her roj heta saet 5'ê êvarê ceyranên taxiyan tune ne. Li gorî keyfa xwe gelê me mexdur dikin. Bila rojek berî rojekê vê xebata xwe bi dawî bikin û taxên me paqij bikin."   'KARÊ XWE XELAS DIKIN Û DIÇIN'   Ji welatiyan Nazîme Yakişir jî bertek nîşanî DEDAŞ'ê da û got: "Bila cadeyên me bes bikolin. Em nikarin biçin û herin. Ev nêzikî salek e em di vê rewşê de ne. Bila kolanên me çêbikin. DEDAŞ karê xwe xelas dike û diçe. Ji ber van rêyan em ne dikarin çopên xwe biavêjin û ne jî dikarin bikevin taxan."