Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye! 2021-11-05 09:05:51 RIHA - Parêzerên dosyeya Kader Ortakayayê ku ji ber ku di lêpirsînê de tu pêşketin rû nedan serî li AYM'ê dabûn, heger AYM biryareke neyînî bide vê carê dê serî li DMME'yê bidin.  Kader Ortakaya, di 6'ê Mijdara 2014'an de, di dema çalakiyên protestokirina êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobaniyê de xwestibû ji navçeya Pirsûs a Rihayê derbasî Kobaniyê bibe. Di dema derbasbûyînê de, di mudaxileya komek eskeran de jiyana xwe ji dest dabû. Dosyeya lêpirsînê ya têkildarî mirina Ortakayaya xwendekara Lîsansa Bilind a Zanîngeha Marmarayê 7 sal in wek xwe yî berê ye.    Walîtiya Rihayê û Qeymeqamtiya Pirsûsê wê demê daxuyandibûn ku Ortakaya ji ber perçeyên şarapnelê yên ji hêla Kobanê ve hatine jiyana xwe ji dest daye û ev yek di opsiya wê de jî bi heman awayî hatibû tomarkirin. Lê belê piştî îtiraza malbatê û parêzerên malbatê gora Ortakayayê hatibû vekirin û cardin otopsî hatibû kirin. Di otopsiya ji hêla Saziya Tiba Edlî (ATK) a Stenbolê ve hatibû kirin de, hatibû tespîtkirin ku Ortakaya ne bi perçeyên şarapnelê, bi guleyên çekê jiyana xwe ji dest daye. Çendî rapor wisa bû jî, lê belê Serdozgeriya Komarê ya Pirsûsê têkildarî dosyeyê îfadeya kesekî jî negirtibû û guh li daxwazên parêzeran nekiribû.   Ji ber ku lêpirsîneke çalak nehat kirin, parêzerên malbatê di 30'yê Cotmeha 2020'î de serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dabûn.    'DIXWAZIN SER LÊPIRSÎNÊ BIGIRIN'    Ji parêzerên dosyeyê Muslum Baran, anî ziman ku salek di ser serlêdana wan a AYM'ê re derbas bûye, lê belê hê jî tiştek jê derneketiye. Baran, destnîşan kir ku ji roja ku Ortakaya hatiye kuştin heya niha, tevî hemû dîmen û delîlan jî, hewldaneke ji bo sergirtina lêpirsînê heye û got: "Walîtiyê angaşt kir ku Kader bi perçeyên şarapnelê yên ji hêla din hatine jiyana xwe ji dest daye û eskeran çek neşixulandiye. Bi vî awayî xwetsin ser lêpirsînê bigirin. Çendî me pir daxwaz kir jî cardin otopsiyek baş nehat kirin. Paşê gotin bûyereke 'kuştina biqisûrdarî' ye û dosye ji Dozgeriya Eskerî ya Amedê re şandin. Piştî ku dozgeriyên eskerî hatin girtin cardin dosye şandin Pirsûsê û ji ber ku kiryar nehat tespîtkirin derbarê dosyeyê de biryara lêgerîna daîmî hat dayîn."    POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ   Baran, diyar kir ku piştî israra wan a ji bo vekirina gora Ortakayayê û otopsiyeke berfireh, bi 4 salan gor hatiye vekirin û dosye ji ATK'ê re hatiye şandin. Baran got: "ATK'ê destnîşan kir ku bi perçeyên şarapnelê jiyana xwe ji dest nedaye, bi çekê miriye. Piştî vê me xwest ku kiryar bên etspîtkirin, lê belê dozgeriyê ji bo vê tiştek nekir. Wer xuya ye ji ber ku serê vê dosyeyê digihê eskeran, naxwazin kiryaran tespît bikin. Ev jî encameke polîtîkaya bêceztaiyê ye."    Baran, destnîşan kir ku hê kiryar kifş nebûne û sedema sereke ya mirina Ortakayayê nehatiye tespîtkirin, dozgeriyê bûyerê wekî bûyereka "mirina biqûsûrdar" wesifandiye û got: "Yanî dibêje 'ne mimkun e ku esker kiribin, lê heger kiribin jî bi şaşî kirine.' Ev yek bi xwe jî nîşan dide ku hê ji destpêkê ve hewl dane ku ser dosyeyê bigirin."    ‘EM Ê SERÎ LI DMME'YÊ BIDIN'    Baran, diyar kir ku ji ber ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin û lêpirsîneke çalak nehatiye kirin, serî li AYM'ê dane û saleke AYM biryarek nedaye. Baran got: "Heger AYM biryara binpêkirinê nede, em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin. Ji bo kiryar bên etspîtkirin çi ji destê me bê em ê bikin."    MA / Ferhat Çelîk