Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse 2021-11-05 09:09:50 DÎLOK - Dûrrî Kaygûsûz ku 25 sal berê ji ber cerdevantiyê koçî Dîlokê kiriye, dê careke din bi angaşta "avakirin û birêvebirina rêxistinê" bê darizandin. Kaygûsûz, çîroka xwe bi vê gotinê xulase kir: "Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse."    Malbata Kaygsûzê di sala 1996'an de ji ber cerdevantiyê ji gundê Eskîerûh yê navçeya Dihê ya Sêrtê koçî Dîlokê kir. Piştî koçkirinê li vira jî zext û zorî dev ji mlabatê bernedaye. Heya niha gelek caran bi ser mala wan de hatiye girtin û derbarê her ferdekî malbatê de 4-5 dosye hene. Yanî ji malbatê kes nemaye ku nehatiye binçavkirin û girtin. Endama Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Dîlokê Dûrrî Kaygûsûz (62) an jî bi navê xwe yê din ku her kes wê bi vî navî nas dike Zeynep Kaygûsûz, 3 caran hatiye girtin. Cara ewil 2 meh, cara dudoyan 10 meh û cara dawî jî sal û 6 mehan di girtîgehê de maye. Her wiha 4 caran jî hatiye binçavkirin; cara ewil rojekê, cara dudoyan 2 rojan, cara sisêyan 8 rojan û cara dawî jî 15 rojan di binçavan de maye. Di dosyeyekê de Kaygûsûz bi "avakirin û rêvebirina rêxistina terorî ya çekdarî" tê sûcdarkirin. Kaygûsûz, ji ber vê dosyeyê li Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Dîlokê hatiye darizandin û piştî wextekê beraet kiriye. Lê belê dadgeha îstinafê biryara beraetê xera kiriye û ji ber vê dê Kaygûsûz di 11'ê Çileya 2022'yan de careke din bê dadgehkirin.    Kaygûsûz, behsa çîroka xwe ya 25 salan kir.    FERZKIRINA CERDEVANTIYÊ   Kaygûsûz, anî ziman ku berî ku bên sirgûnkirin li gundê xwe heywan xwedî dikirin û erdê wan hebûye û di warê aborî de rewşa wan baş bûye. Kaygûsûz ku bi bêrî û hesret jiyana li gund bibîr anî, detsnîşan kir ku piştî ferzkirina cerdevantiyê jiyana wan ji binî de guheriye. Kaygûsûz axaftina xwe bi van hevokan domand: "Me got, çi dibe bila bibe em ê cerdevantoiyê qebûl nekin û em ê li gund bimînin. Lê avêtan ser malê, zext û zorî û binçavkirin kir ku em ji bêgavî koç bikin. Em tevî 6 zarokên hûr hatin Dîlokê. Li Dîlokê zarokek ji min re çêbû. 6 kurên min û qîzek min heye."    ‘GER DEST PÊ BIKIM DIVÊ 10 ROJAN BÊNAVBER BIAXIVIM'   Kaygûsûz, bilêv kir ku bi koçberiyê re pêşî li ber jiyaneke zor û zehmet vebûye û bi salan di xaniyekî du odeyî yê bikirê de mane û bi salan tevî zarokên xwe bermayiyên li ser çopan berhev kirine. Kaygûsûz ku got "Pirî caran em birçî diman, em birçî radizan" diyar kir ku piştî ku kurên wê Sadik û Halîl di sala 2004'an de dest bi belavkirina rojnameyan kirine, zext û zoriyên dewletê cardin dest pê kirine. Kaygûsûz got: "Her roj davêtin ser mala me. Heger ez behsa îşkenceyên li me hatin kirin bikim, gere 10 rojan bênavber bixebitim. 25 sal in hem bibêje rojekê jî em bi rihetî li ser sifreyê rûneniştine. Kengî em hinekî rihet dibin, aha wê çaxê cardin polîs tên ber derî. Car hebû ji bo Şaban, carhebû ji bo Halîl û Mûhammet dihatin û car hebû jî ji bo Sadik, Bhattîn û Ahmet dihatin. Û car hebû jî bo min dihatin."   ‘BEDÊL AŞTIYÊ'    Kaygûsûz, anî ziman ku ji ber van zext û zoriyan kurê wê Halîl di sala 2010'an de û kurê wê Şaban jî di sala 2015'an de tevli PKK'ê bûne û got: "Ji bo zarokên min nemirin min tim doza aştiyê kir. Tiştên hatin serê min beêdla ji bo aştiyê bûn."   Kaygûsûz, axaftina xwe bi vî awayî domand: "Em di kes hatibûn binçavkirin. Em şevekê di binçavan de man. Paşê me birin dadgehê û em berdan. Piştî vê bi 3-4 mehan gava ez diçûm çarşiyê, cardin polîsan dora min girtin û ez binçav kirim. Min birin Edeneyê, dadgehê. Ez hatim girtin, lê ji ber ku min bi tirkî nizanibû, min nizanibû ez ji ber çi hatime girtin. 2 mehan di Girtîgeha Karataşê de mam. Hê jî nizanim ez ji ber çi hatime girtin. Keça min biçûk bû, hê pitik bû. Bi qasî mehekê bi min re di girtîgehê de ma."    DI ŞÎNA KURÊ XWE DE HAT BINÇAVKIRIN   Kaygûsûz, destnîşan kir ku piştî girtina ewil bi salekê vê carê di çarçoveya "dosyeya KCK'ê" de cardin hatiye girtin û got: "10 mehan di Girtîgeha Dîlokê de mam. Bêyî zanibim ka KCK çi ye, 10 mehan ez di girtîgehê de hiştim. Min hewl dida biçim cem girtiyên siyasî, lê nehiştin."    Kaygûsûz, bibîr xist ku kurê wê Halîl di 2018'an de li Wanê jiyana xwe ji dest daye û di şîna kurê xwe de hatiye binçavkirin û piştî 8 rojên di binçavan de bi şertê îmzedayînê hatiye berdan.    LÊGERÎNA TAZÎ   Kaygûsûz, diyar kir ku piştî hatiye berdan bi 2 rojan, ji bo tevli dadgeha kurê xwe Şaban ku di 2015'an de di şer de birîndar bûye û hatiye girtin, çûye Sêrtê û got: "Ji bo ku kurê min xwe tenê hîs neke, ez çûm dadgehê. Roja dadgehê, avêtin ser mala ku ez lê bûm. Gotin, dozger îtiraz kiriye û derbarê te de biryara girtinê daye. Çendî nexweş bûm jî 2 rojan ez di binçavan de hiştim û bi dû re ez şandim Girtîgeha Sêrtê. Salekê li Sêrtê mam û paşê min sirgûnî Êlihê kirin. Li têketina girtîgehê lêgerîna tazî li min ferz kirin. Ev ne eyba min, eyba wan e. Ez 6 mehan jî li Êlihê mam û hatim berdan."    Kaygûsûz, destnîşan kir ku di vî temenî de bi sûcê "avakirin û rêvebirina rêxistinê" doz lê hatiye vekirin û got: "Xwendin û nivîsandina min tune ye. Dosyeyeke 100 rûpelî şandin. Par min beraet kir, lê belê dosye xera kirine. Ez ê cardin bêm darizandin. Ez bang li dozger û dadgerên ku ev dosye ji min re şandine dikim: destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Her kes dizane ku navê min ê bera Zeynep e, lê di dosyeyê de ev nav wekî bernav hatiye nîşandan. Ji roja ku çêbûme heya niha navê min Zeynep e, lê di nasnameyê de navê pîra min hatiye nivîsandin. Di ewraqa şandine de gotine 'qaşo înîsyatîfa dayika aştiyê.' Dayiktiya me ya aştiyê tu carî nebûye qaşo."    ‘LÊ DÎSA JÎ...'    Kaygûsûz di dawiya axaftina xwe de got: "Li mala me kesê ku 4-5 dosyeyên wî tune bin, tune ye. Ên nehatibin binçavkirin û girtin tune ne. Hemû gavên me kirin dosye. Gelek caran avêtin ser mala me. Ez nizanim bê çend dosyeyên min hene. Tiştên atin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse. Lê li gel ev qasî tiştî jî, cardin dixwazim aştî çêbibe. Cardin dibêjim bila dayik negirîn, dibêjim aştî. Ez doza edaletê û aramiyê dikim." Adalet, huzur istiyorum.”   MA / Emrûllah Acar