Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê 2021-11-05 09:15:43   AMED - Hevserokê HDP'a Amedê Zeyat Ceylan, ji bo beşdarbûna kongreya bajêr ku dê di 14'ê Mijdarê de bê lidarxistin, bang kir.   Rêxistina Bajêr a Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), dê di 14'ê Mijdarê de Kongreya Derasayî li dar bixe. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û parlementerên herêmê jî di nav de d gelek nûrên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr tevli kongreyê bibin. Kongre dê li navçeya Peyasê li otêlekê bê li darxistin.   Hevserokê HDP'a Amedê Zeyat Ceylan, anî ziman ku xebatên ji bo kongreyê temam kirine û ji bo beşdarbûyînê bang kir.    ‘PÊVAJO QELSIYÊ QEBÛL NAKE'   Ceylan, diyar kir ku di salên adwî de operasyonên qirkirinê yên îqtidarê yên li hemberî gelê kurd û HDP'ê zêde bûne û ev operasyonên siyasî her zêde li Amedê hatine kirin. Ceylan, destnîşan kir ku lê di her şert û mercî de gelê kurd û HDP'ê li ber van operasyonan li ser pêyan bûne û li be xwe dane û got: "Bi van êrişan nîviyê rêveberiya partiya me ya heyamekê hat girtin. Organên rêveberiyê hatin wê astê ku di warê fermî de nikarin biryarekê bidin. Lê dîsa jî hem rêxistina me ya bajêr hem yên navçeyê xizmeta gelên herêmê kirin. Îjar ji bo em vê helwestê nîşan bidin û vê berxwedanê bidomînin me û bi awayekî xurt bersiva îqtidarê bidin me biryar da ku em Kongreya Derasayî li dar bixin. Armanca me ew e ku em bi kongreyê xebatên xwe xurtir bikin. Ji lew ra di vê heyamê de pêvajo qelsiyê qebûl nake. Em ê bi vê kongreyê bersiva van êrişên bêhiqûqî û zilmê bidin. Em ê wê atmosfera neyînî ya li hemberî me ji holê rakin. Em ê hîn bêtir pêşî li ber aştî, azadî û demokrasiyê vekin. Em ê kongreya xwe li ser asasên deklerasyona partiya xwe li dar bixin."   ‘EM Ê DAWÎ LI VÊ ÎQTIDARÊ BÎNIN'    Ceylan, bilêv kir ku îqtidar dixwaze HDP'ê bigire û bi vî awayî siyasetê asteng bike, lê belê niha ya ku nikare siyasetê bike îqtidar bi xwe ye û got: "Kesên dixwazin pêşî li ber siyaseta me bigirin, niha ketine halekî wiha ku ew nikarin siyasetê bikin. Em ê bi vê kongreyê rêveberiyeke xurt ava bikin, dawî li hebûna îqtidarê ya li herêmê bînin."    500 NAMZET   Ceylan ji bo xebatên kongreyê jî got: "Nêzî du meh in xebatên me didomin. Nêzî 30 hevalên me di komîsyona kongreyê de ne. Li bajêr me hevdîtin bi hemû rêxistinên civaka sivîl re kirin, me guh li pêşniyar û tespîtên wan kirin. Her wiha di çarçoveya kampanyaya 'Em HDP'î ne li her derê ne' de jî xebatên kongreyê hatin kirin. Heya niha nêzî 500 kes ji bo di rêveberiyê de cih bigirin serî li komîsyonê dane.   JI BO BERSIVEKE XURT   Ceylan, bal kişand ser girîngiya hêza siyasî ya Amedê û diyarkir ku hema bibêje niha hêla ewil a kongreyê ya ji bo rêveberiyê temam kirine û got: "Li Amedê 2 milyon mirov hene. Li Amedê, di her hilbijartinê de potansiyela partiya me ji sedî 70-80 ye. Em bi girîngiya Amedê ya ji bo gelê kurd dizanin. Ji bo kongre bi coş û kelecan derbas bibe em bangawaziyan dikin. Lewma em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji bo em berisveke xurt bidin îqtidarê û êrişên wê berteref bikin, tevli kongreyê bibin."