Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne 2021-11-05 10:27:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, diyar kir ku di nav Sûriyeyê de aştiyê dixwazin û ew  bi stratejî û taktîkên nû yên şer ji êrişên muhtemel ên Tirkiyeyê re amade ne.   Desthilata AKP-MHPê bi êrişeke nû ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze temenê xwe dirêj bike. Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, derbarê gefên Tirkiyeyê de ji ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û diyar kir ku li dijî êrişeke gengaz a nû, ew bi stratejî û taktîkên nû amade ne û got: "Gelê me li dijî van gefan çi pêwîst be, dê bike. Li gorî vê yekê divê gelê me bi rêxistin bibe û amadekariya xwe bike."   'RÛSYA BI TETBÎQATAN PEYAMA PARASTINA SÛRIYÊ DIDE'   Nûrî Mehmûd, diyar kir ku hêzên mezin ên weke Rûsya û Amerîkayê heta niha di pêşxistina çareseriyeke demokratîk û siyasî de têk çûne û ev yek wek şerm pênase kir û wiha got: "Rûsya bi tetbîqatên dawîn hêza xwe nîşan dide. Lê belê, li dijî gefên Erdogan ku serokê hikumeta AKP-MHP'ê ye, îmaja parastina Sûriyê diafirîne. Lê belê çareserî ne ev e. Diviyabû dewleteke mîna Rûsyayê rolên girîngtir bilîstana, mîna yekgirtina gelên Sûriyê û rê li ber çareseriya demokratîk vekira. Cihê şermê ye ku ew qas hêzên mezin di qada Sûriyê de negihiştin çareseriya demokratîk û siyasî û li şûna çareseriyê serî li rêbazên leşkerî dan."   ‘WATEYA TETBÎQATAN JI BO ÇARESERIYÊ TUNE YE’   Mehmûd, bi lêv kir ku çareseriya sereke li Sûriyê Rêveberiya Xweser e û modelên rêveberiya demokratîk divê bên nîqaşkirin û wiha axivî: "Tetbîqatên Rûsyayê ji bo çareseriyan û pêşîgirtina li şer ne kêrhatî ne. Gelê Kurd û gelên din ên li Sûriyê bêyî bidestxistina mafên xwe, bêyî nîqaşên cidî yên li ser bicihanîna modela Rêveberiya Xweser û modelên din ên sîstemê yên pêşniyarkirî ji bo tevahiya Sûriyê û bêyî ku hemû gelan li van nîqaşan zêde bikin, encama dixwazin bi dest naxin. Lewma ev tetbîqat xwedî wateye girîng nîn in."   ÎDIAYÊN LI SER BAZARA RÛSYA Û DEWLETA TIRK A TÊKILDARÎ KOBANÊ   Her wiha Mehmûd, li ser îdiayên dawîn ên bazara di navbera Rûsya û dewleta Tirk de ya têkildarî Kobanê, ev şîrove kir: "Mînakeke bazara ku tê îdiakirin, beriya niha bi demeke kurt li ser Efrînê hebû. Me her tim got Rûsya hêzek e ku divê di çareseriya siyasî û demokratîk de rolê bilîze. Wek hêza garantor divê rê li ber çareseriyê veke. Lê tişta ku li Efrînê çûbûye, diyar e. Dibe ku tiştekî bi vî rengî (bazara di navbera Rûsya û dewleta Tirk a li ser Kobanê) biqewime, lê belê bi awayekî fermî me di vê mijarê de tu agahî wernegirtine.”   'EM XWEDÎ TECRUBEYEKE MEZIN A ŞER IN'   Mehmûd, got YPG-YPJ û QSD ji bo parastina nirxên şoreşê heta niha tê koşiyane û li ser esasê parastina rewa ev têkoşîn domandiye û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Wek YPG, YPJ û QSD em li ser bingeha rastî, vîn û bîra siyasî ya civakê derketin holê. Em ji bo parastina armanc, rûmet û nirxên şoreşê ava bûn. Ji ber vê yekê hêzên me her tim li ser esasê parastina şoreşê li ser esasê parastina rewa tev digerin. Di vê pêvajoyê de jî me tecrubeyeke mezin bi dest xist. Bi taybetî tecrubeya me heye ku li dijî DAIŞ, El-Qaîde û komên terorîst ên ku AKP-MHPa faşîst wan xwedî dikin, şer bikin."   TAKTÎK Û STRATEJIYEKE NÛ   Di berdewamê de Mehmûd, destnîşan kir ku wan ji şerên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê tecrube derxistine  û destnîşan kir ku ew ê di şerê li dijî artêşa Tirk de hevsengiya leşkerî li gorî berjewendiya xwe veguherînin: "Li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê êrişên hewayî dijwar bûn.  Yanî di navbera hêzên me û artêşa Tirk de di warê teknolojiya şer de wekheviyek tune bû. Ev rewş ji aliyê hêzên me ve di pêvajoyê de bi berfirehî hatiye nîqaşkirin û tedbîran taktîk û stratejîk hatine girtin. Di encamê de hêzên me ji bo parastina armanc û nirxên şoreşê û rûmeta civakê li ser esasê parastina rewa çi pêwîst be, amade ne bikin."   Mehmûd, îşaret pê kir ku armanca wan a sereke çareserî ye, ne ku şer e û wiha axivî: “Hêzên me her tim çareseriya ji bo Sûriyê esas girtiye. Armanca me çareseriya demokratîk a di hundirê Sûriyê de ye û li gorî rêgezên parastina cewherî dema ku hewl dide pêk bîne, şer ne xwesteka me ye destpêkê bû. Lê belê ji ber ku em timî bi êrişan re rû bi rû bûn, ji bo parastina xwe em neçar man tê bikoşin. Diyar e bê ka em çawa li ber xwe didin; serkeftin a me û gelê me ye."   Derbarê têkoşîna wan de jî Mehmûd, da zanîn ku mafdariya têkoşîna wan a ji destpêka şoreşa Rojava ve dimeşînin, derketiye holê û wiha pê de çû: "Birêz Biden di hevdîtina xwe ya li gel Erdogan de bal kişand ser mafên mirovan û demokrasiyê. Ji destpêka şoreşê ve gava yekemîn di van mijaran de Rêveberiya Xweser û hêzên me avêt. Dema her kesî got 'Bihara Ereban', me got 'Bihara Gelan'. Têkoşîna gelan, jinan, ciwanan bi kurtasî hemû pêkhateyên ku pêwîstiya wan bi azadiyê heye, ji bawerî û çandên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê îsbat kir ku pênaseya 'Bihara Gelan' rasttir e."   'ÇAWA KU ME RASTIYA EL-NUSRA Û DAIŞ'Ê EŞKERE KIR, EM Ê YA DEWLETA TIRK JÎ EŞKERE BIKIN'   Mehmûd, diyar kir ku wan bi têkoşîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû rastî ji cîhanê re îsbat kirine û wiha dewam kir: "Bi berxwedana ku me di sala 2012'an de li Serêkaniyê nîşan da, me nîşanî cîhanê da ku El-Qaîde û El-Nusra bi rastî jî di nava komên ji xwe re dibêjin 'Artêşa Azad a Sûriyê' de birêxistinbûyî ne. Piştre em li Kobanê li dijî DAIŞ'ê bi ser ketin. Bi têkoşîna xwe me rûyê rast ê aliyê din derxist holê. Em îro faşîzma serokkomarê Tirk û AKP-MHP'ê derdixin pêş çavan."   'CÎHAN DI WARÊ ÇARESERIYÊ DE GAVEKÊ LI PAŞ ME MAYE'   Mehmûd, destnîşan kirku hatiye îsbatkirin ku ji bilî projeya ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kiriye, tu çareserî tune ne û got: "Me berê jî tespît kiribû ku pirsgirêka sereke demokrasî û mafên mirovan e. Ji ber vê yekê cîhan ji bo çareseriya pirsgirêka li vir, gavekê li paş me maye. Rastiyên ku me di dema şoreşê de derxistin ber çavê raya giştî, her tim berhema wijdan û exlaqê civaka me bû û îspat kir ku ji bilî vê çareserî nîn e. Hêzên me li ber xwe da û ji bo parastina vê rastiyê dê her li ber xwe bidin."   'DIVÊ GEL XWE JI BO JIYANEKE AZAD Û BIRÛMET AMADE BIKE'   Di dawiya axaftina xwe de Mehmud bang li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û ev tişşt got: "Gelê Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdêlên mezin dane. Di pêvajoya şoreşê de ji bo parastina rûmet û armancên şoreşê lehengiyên mezin nîşan dan û li dijî terorîzmê serkeftinên mezin bi dest xistin. Xelkê şerê gel ê şoreşgerî bi vî rengî meşand û heta ku negihêjin azadiyê dê nesekinin û nirxên xwe misoger bikin. Ji ber vê yekê ev gel dê tişta pêwîst li dijî gefên serokkomarê Tirk ku dixwaze Osmaniyan vejîne, pêk bîne. Hêzên me YPG-YPJ û QSD bi îradeya gelan ava bûne û ev îrade me xurt dike. Divê gelê me li ser esasê vê rastiyê xwe bi rêxistin bike û xwe ji bo jiyaneke azad û birûmet amade bike."