Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike 2021-11-05 10:51:29   ENQERE - HDP'ê ji bo doza xwe ya girtinê 150 rûpel parastin amade kir û wê îro pêşkêşî AYM'ê bike.    Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP'ê,  paastina xwe ya pêşî ya ji bo doza girtina xwe amade kir. Parastina HDP'ê ji 150 rûpelan pêk tê. Li gorî agahiya ku HDP'ê derbarê mijarê de da wê Alîkarê Hevserokên Giştî yê HDP'ê yê ji Komîsyona Mafê Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar  Umît Dede, Endamê Meclisa Partiyê ya HDP'ê Dogan Erbaş û Parlamenterê HDP'ê yê Hiqûqnas Mehmet Ruştu Tîryakî jî di nav de wê ji HDP'ê heyetek parastinê saet di 16.00'an de pêşkêşî AYM'ê bike. Di parastinê de îtîrazên hiqûqî hatine kirin.    Li aliyê din wê sibê HDP saet di 11.0'an de li navenda xwe ya giştî derbarê parastina xwe de civîna çapemeniyê li dar bixe û agahiyên berfirehtir bi raya giştî re parve bike.