Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye? 2021-11-05 12:41:52   RIHA - Malbata Şenyaşar a Nobeta xwe ya Edaletê didomîne pirsa “Em 242 roj in li pêş edliyeyê ne, dozgerê dosyayê li ku ye?” pirsî.    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêş Edliyeya Rihayê di roja 242’yemîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar duh bi serûmê tevlî nobetê bûbû. Dayika ku piştî mudaxileya polîsan ji ser hişê xwe çû, ji ber pirsgirêkên tenduristiyê îro beşdarî nobetê nebû. Dayik nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihaye didomîne. Kurê wê Ferît Şenyaşar jî di saetên serê sibê de hat li pêş edliyeyê û li qada ku weke “Quncê Edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê binavkirin dest bi nobeta xwe kir.    Ferît Şenyaşar, ê mudaxileya polîsan nirxand wiha got: “Ji ber em li pêş deriyê edliyeyê rûdiniştin piştî demekî dirêj duh mudaxile kirin. Bi destê dayika min ve serûm hebû û polîsan got ku bi awayekî “formalite” wisa dike û mudaxile kirin. Dayika min ji ber temen û pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekarî îro ji cih derkeve. Ji ber wê ez tenê hatim. Ez îro tena serê xwe me lê dema dayika min hinek baş bû em ê dîsa bi hev re nobeta xwe bidomînin.”   DOZGER LI KU YE?   Şenyaşar, bi bîr xist ku piştî mudaxileya duh ji bo bi dozgerê dosyayê re hevdîtinê bikin derbasî hûndirê edliyeyê bûn û wiha berdewam kir: “3 mirov hatine qetilkirin, bi ser komkujiyê ve 3 sal û 4 meh derbas bûye, dozgerê dosyayê tenê li dosyaya me dinêre lê piştî çalakiya me ya roja 200’emîn derketiya destûra bê dem. Dozgerê dosyayê 42 roj in nehatiye edliyeyê. Me xwest sedemê vê bipirsin lê kesê ber destê wî dixebite ji me re got teqez bi we re hevdîtinê nake. Em 242 roj in li pêş vê edliyeyê ne, dozgerê dosyayê li ku ye?”   BANGA ÎSTÎFAYÊ    Şenyaşar, xwest dozgerê dosyayê îstîfa bike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dozgerê dosyayê bi bacên me meaş distîne. Gelo dikar meaşê xwe bi zarokên xwe re bi dilekî rihet bixwe? Heke dozgerê dosyayê biçek biwijdan be wê demildest wê dosyayê veke. Li nexweşxaneya dewletê li pêş çavên herkesê komkujî çêbû. Heta ku komkujî neyê ronî kirin em ê dest ji nobeta xwe bernedin. Em mafdar in û bi biryar in. Wê têkoşîna me heta dawiyê bidome.”