Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin 2021-11-05 13:52:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Polîtburoya YNK’ê ragihand ku partiya wan bi yek dengî, biryara ku Lahor Şêx Cengî ji nava YNK’ê were derxistin, pejirandiye.    Polîtburoya Yekitiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK) ragihand ku partiya wan biryara Hevserokê Giştî yê YNK'ê Bafîl Talebanî ya dûrxistina Hevserokê Giştî yê YNK'ê Lahor Şêx Cengî erê kiriye.    Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin Jîno Mihemed, Şadman Mele Hesen û Ala Tahsîn Hebîb jî ji YNK’ê hatin dûrxistin. Endamtiya Aras Şêx Cengî jî 6 mehan hat cemidandin.