Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê 2021-11-05 14:21:09   MÊRDÎN - Ji ber li Girtîgeha Mêrdînê di sewqkirina nexweşxaneyê de lêgerîna tazî û lêgerîna dev ferzî girtiyê 3 caran qeyrana dil derbas kir, hat kirin, sewq pêk nehat. ÎHD’ê, OHD’ê û Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê têkildarî mijarê daxuyanî da û giliyê berpirsyaran kir.    Hat diyarkirin ku Abdûlcelîl Dagtekîn (35) ê li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne, ji ber di 30’ê Cotmehê de demara lingê wî xetimiye, qeyrana dil derbas kir. Dagtekîn ê piştî kirariyên revîrê cardin şandin qawişa wî di 31’ê Cotmehê de careke din aciz bû û şandin qawişa wî. Dagtekîn di heman şevê de careke din aciz bû û li ser vê yekê biryar hat dayîn ku Dagtekîn sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê bibe. Berî ku Dagtekîn li ambûlansê were siwarkirin cendermeyan lêgerîna tazî û lêgerîna dev lê ferz kirin. Dagtekîn ê ev pêkanîn qebûl nekir, nehat sewqkirin û careke din birin qawişa wî.    BAROYÊ GILÎ KIR   Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê têkildarî mijarê hem ji bo derbarê bûyerê de agahî bistîne serî li Serdozgeriya Komarê da hem jî berpirsyar gilî kirin.    ÎHD’Ê, OHD’Ê Û BAROYÊ DAXUYANIYA HEVPAR DA   Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê, Nûnertiya Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê û Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Mêrdînê têkildarî bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de qanûnên têkildarî mafên girtiyan hatin bi bîr xistin û wiha hat gotin: “Girtiyê nexweş ê li gorî rapora doktorên saziyê ya veguhastina wî ya nexweşxaneyê, rastî lêgerîna devkî tê, ev yek binpêkirina qedexeya muameleya nebaş û qedexekirina muameleya xerab e.” Hat diyarkirin ku eger nîşaneyên cidî hebin jî ku girtî di çalên laşê xwe de tiştekî vedişêrin, lêgerin nikare ji aliyê gardiyan û cendermeyan ve bê kirin û hat gotin ku di rewşên nîşaneyên cidî de yê ku dikare lêgerînê bike bijîşk e û divê hemû lêgerînan de li gorî rûmeta mirovahiyê were tevgerîn.    BILA DEST JI LÊGERÎNA DEV WERE BERDAN   Di daxuyaniya hevpar de berpirsyariyên dewletê hatin bibîrxistin û hat xwestin ku lêgerîna çalên laş û lêgerîna dev a girtiyan ji bo nexweşxaneyê bên sekinandin û serlêdanên girtiyên nexweş ên divê sewqî nexweşxaneyê werin kirin tavilê bi rengekî hêjayî rûmeta mirovahiyê bê kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku divê derheqê lêgerînên devkî yên binpêkirina qedexeya tedawiya xerab de lêpirsîn were vekirin û hat gotin ku wê têkildarî mijarê gilî bên kirin.