Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin 2021-11-05 14:45:54   XARPÊT - Hîndekar Hifzûllah Kûtûm ku ji ber parvekirina “Bijî Kurdistan” derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, ji peywîrê hat girtin.    Hîfzûllah Kûtûm ê li Zanîngeha Firata Xarpêtê di Beşa Maliye, Zanîstên Îdarî û Îktîsatê de Peywîrdarê Lêkolînê bû, ji ber li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parvekirina “Bijî Kurdistan” kiribû, ji peywîrê hat girtin.    Piştî ku gotina “Ev Der Kurdistan e” ya welatiyê ku dema serdana Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener a Sêrtê de bi wê re sohbet dikir anî ziman, bû rojeveke siyasî, Kûtûm jî li ser hesabê yê medya dîjîtal parvekirina “Bijî Kurdistan” kiribû. Li ser vê yekê dekantiya zanîngehê derbarê Kûtûm de lêpirsîn dabû destpêkirin. Kûtûm ê beriya lêpirsînê hatibû hişyarkirin, ji peywîrê hat girtin.