Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn 2021-11-05 16:03:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener di serdana xwe ya Çewlikê de rastî bertekên welatiyekê hat.    Seroka Giştî ya Partiya Îyî Meral Akşener, di serdana xwe ya Çewlikê dema ji otobûsê pêya bû de ji aliyê welatiyekê ve hat şermezarkirin. Di dîmenên hatin parvekirin de tê bihîstin ku kesek qîr dike û dibêje “Tu hatiyî li Çewlikê deng dixwazî”. Hat diyarkirin ku kesê bertek nîşanî Akşenerê da, hatiye binçavkirin.