Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin 2021-11-05 16:52:41   XARPÊT - Derbarê Hîndekarê Zanîngeha Firata Xarpêtê Hîfzûllah Kûtûm ê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parvekirina ‘Kurdistanê’ kir de biryara binçavkirinê hat dayîn û bi deriyê wî yê odeya zanîngehê ve ala tirk hat daliqandin.    Hîfzûllah Kûtûm ê li Zanîngeha Firata Xarpêtê di Beşa Maliye, Zanîstên Îdarî û Îktîsatê de Peywîrdarê Lêkolînê bû, ji ber li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parvekirina “Şoreşa Îlonê li hemû kurdan pîroz be. Bijî Kurdistan” kiribû, piştî ji aliyê rektoriyê ve ji peywîrê hat dûrxistin, derbarê wî de biryara binçavkirinê hat dayîn. Ala tirk bi deriyê odeya Kûtûm a zanîngehê ve kirin.    Rektoriya Zanîngeha Firatê têkildarî mijarê de ev parvekirin kir: “Asîstanê lêkolînê yê ku parvekirinên wî yên medyaya civakî wek propagandaya terorê dihat dîtin, ji aliyê Rektoriya me ve ji peywirê hat girtin û der barê wî de lêpirsîn hat vekirin. Giliyê wî li meqamên edlî jî hat kirin.”   ‘KESÊN EZ NASNAKIM LI BER DERIYÊ MIN DISEKININ’   Kûtûm, di parvekirina ku saetên serê sibê kir de wiha gotibû: “Li dibistanê mirovên ku ez wan nas nakim hene. Û ew ne xwendekar in. Qet nebe ew ne xwendekar in ku ez wan nas dikim. Li ber deriyê min disekinin. Ez rewşeka tehdîdkar hîs dikim. Eger gefa tundiyê li min bê xwarin, ez ê mafê xwe yê xweparastinê heta asta herî bilind bi kar bînim.”   ALA TIRK BI DERIYÊ WÎ VE KIRIN   Li gorî nûçeya Gazete Dûvarê Midura Pênûsa Taybet a Serokê MHP’ê yê Xarpêtê Semîh Işikver, Ayşegul Karaçorlû jî wêneyekî ku bi deriyê Kûtûm ve ala tirk hatiye daliqandin parve kir. Kûtûm ê li ser medya dîjîtal hedef hat nîşandan got ku gefên kuştinê dixwe.    Hîfzûllah Kûtûm beriya were binçavkirin ev daxuyanî dabû: “Heke hûn bala xwe bidin şiroveyên di bin parvekirinên min de tên nivîsîn; hûnê gefên kuştinê, heqaret û gotinên li dijî rûmeta mirovahiyê bibînin. Wekî din bi taybet jî peyamên bi vî rengî digirim. Polîs hatin, bawer im wê min binçav bikin.”   Kûtûm ê li odeya xwe ya zanîngehê hat binçavkirin, dema li wesayita polîsan hat siwarkirin û komekê hewl da li Kûtûm bidin. Li Kolana Gazî pankarta ji aliyê Serokatiya Bajêr a Ulku Ocaklari ya Elazig ve hat daliqandin û wiha hat gotin: “Kurdistan çi ye, dawiya kesên ku xeyala wan Kurdistan bin dê bibe goristan.” Kutum, di bin çavan de tê girtin.