Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin 2021-11-05 17:06:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên kurd ên li Qibrisê piştî konsera tevlî bûn govend gerandin, rastî êrişa nijadperest hatin.    Xwendekarên kurd ên li kampusa Zanîngeha Qibrisê ya Navnetewî ku li paytextê Qibrisa Bakur Lefkoşayê ye, piştî konsera duh hat lidarxistin, govend gerandin, rastî êrişa nijadperest hatin. Komeke nijadperest piştî heqaret li xwendekaran kirin êrişî wan kirin.    Xwendekara bi navê S.S. ku derbarê bûyerê de agahî dan wiha got: “Piştî konsere me govend gerand. Di wê kêliyê de komek hat heqaret li me kirin û gef li me xwarin. Min dîmen dikişandin. Piştî ku ez ferqkirim telefona min girt û firand. Heqaret li me kirin û gotin ‘em ê we ji giravê biavêjin’. Bi mudaxaleya ewlehiya dibistanê re kom ji cihê em lê veqetiya.”