Li Şirnexê 2 kes hatin girtin 2021-11-05 19:30:43     ŞIRNEX- Li Şirnexê 2 kesên ku 3 roj bêrê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.    Li taxa Bahçelîevler ya Şirnexê di 2'yê Mijdarê de polîsan bi ser malan de girtibû. Di avêtina ser malana de Zekî û Mûsa Îdîn hatibûn binçavkirin. Kesên ku hatin binçavkirin îro sewqî dadgehê kirin.  Her du kes bi îddaya "alîkariya rêxistinê" hatin girtin. Kesên ku hatin girtin şandin Girtîgeha Şirnexê ya Tîpa T'yê.   Her wiha welatiyê bi navê Husnu Kaydî ku di 29'ê Cotmehê de hatibû girtin jî bi şertê kontrola edlî hat berdan.