ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN 2021-11-06 09:00:12 * Ji ber 606 hezar mayinên ku li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê hatine bikeyskirin, li qadeke 133 milyon metrekare çandinî nayê kirin. Koordînatorê Hewldana Tirkiyeyek Bêmayin Muteber Ogreten, anî ziman ku Tirkiye sozên ku dane neanîne cî. * Têkildarî Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê biryar hatibû dayîn ku dozgerê wê demê wekî şahid bê guhdarkirin, lê belê çendî dozger di girtîgehê de bûye jî hatiye gotin ku xwe negihandine wî. Parêzer Erdal Kûzû, diyar kir ku ya hatiye kirin mudaxileyek e li dozê.    * Wênesaz Ramazan Sogûkpunar ku anî ziman dîroka "bêdemokrasîbûna" ya Tirkiyeyê xêz dike, komkujiyên li Roboskî, Şengal, Helebçe û Gara Enqereyê û gelek karesatên bi vî rengî xêz kirine.    * Nûnerê Odeya Plansazên Bajêr Mehmet Selîm Açar ku bal kişand ser bajarbûnîya çelexwarî ya li Rihayê, anî ziman ku planeke avadaniyê ya yekbûyî ya bajêr tune ye.    * Hevserokê MEYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag, anî ziman ku li benda encama DNA'ya HPG'iyên jiyana xwe ji dest didin nayê sekinandin û li goristanên "bêkesan" di ser hezarî re cenaze hene.    * Parêzer Mesût Beştaş, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bi qanûnan hatiye redkirin û got: "Îşkence û muameleya xirab, sûcekî ku demboriya wê tune ye."    * Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 243'emîn de didome.    * Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê wê têkildarî parastina xwe ya radestî AYM'ê kir, li navenda giştî ya partiyê civîna çapameniyê li dar bixe. (11.00)   * Platforma Zimanê Kurdî (PZK), derbarê xebatên xwe yên ziman û hevdîtinên xwe yên bi DEVA û Partiya Pêşerojê re kirine wê li Cemiyeta Rojnamegeran daxuyanî bide. (11.00)   * Dayikên Şemiyê û Xizmên Windayan wê li Amed, Êlih, Îzmîr û Stenbolê çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîlê wan bên darizandin" li dar bixin. (12.00)   * Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 374'emîn de ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê civîna çapameniyê li dar bixe. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê di hefteya 502'yemîn de çalakiya "Rûniştina F" li avahiya xwe li dar bixe. (13.30)   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz li gundê Pîrosî yê navçeya Elkê ya Şirnexê du malbatan li hev bînin. (14.00)