Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye 2021-11-06 09:08:44 RIHA - Nûnerê Odeya Plansazên Bajêr Mehmet Selîm Açar ku bal kişand ser bajarbûnîya çelexwarî ya li Rihayê, anî ziman ku planeke avadaniyê ya yekbûyî ya bajêr tune ye.  Li navenda Rihaya ku bi giştî 13 navçeyên wê hene û gelheya wê 2 milyon û 155 hezar e, li hin deran avahî 5 qatî ne û li hin deran jî 10 qatî ne. Ev yek bûye sedema bajarîbûneke çelexwarî. Nûnerê Odeya Plansazên Bajêr ê Rihayê Mehmet Selîm Açar, destnîşan kir ku ji bo pêşerojê plansaziyeke avadaniyê ya bajêr tune ye.    Açar anî ziman ku li navenda Rihayê avadaniyeke çelexwarî heye û li navçeya navendî Karakopruyê jî di warê qatan deserbestiyek heye. Açar, anî ziman ku li vir li gor xwestekê avahî tên çêkirin, yanî geh 5 qat, geh 10 qat tên çêkirin û got: "Ev dibe sedema çelexwariyekê."    Açar, diyar kir ku gelheya Karakopruyê zêde dibe û niha bûye 250 hezar û gava li navçeyê mêze dikin, çav bi tiştekî plansazî û projeksiyonî nakevin û got: "Yanî ji bo pêşerojê tu plan û projeyek tune ye."    30 PLANÊN AVADANIYÊ   Açar, destnîşan kir ku qatên avahiyan ên cur bi cur sîlueta bajêr xera dikin û got: "Hûn çav du blokên li rex hev dikevin; yek jê 5 qatî ye, yek jê jî 10 qatî ye. Ev hikmeke Şaredariya Karakopruyê ye. Şaredariya Bajarê Mezin jî ji bo Karakopruyê biryarekê, ji bo navçeya Halîliyeyê jî biryarekê dide. Gava hûn diçin Eyyubiyeyê, hûn bi pêkanîneke cuda re rû bi rû dimînin. Sedema vê, nebûna plansaziyeke avadaniyê ya yekbûyî ye. Wekî Bohçayê, li navenda Rihayê nêzî 30 planên avadaniyê li rex hev hatine danîn. Tişta ku divê Şaredariya Bajarê Mezin bikirana, ew bû ku evana hemûyan di plansaziyeke hevpar de bi keys bikirana. Em çend car e em ji Şaredariya Bajarê Mezin re dibêjin ku pêdiviya navenda Rihayê bi plansaziyeke avadaniyê ya yekbûyî heye. Lê tu şaredar guh li vê nake."    DIVÊ DEV JI VAN PLANÊN ŞAŞ BÊ BERDAN   Açar, Taxa Devteyştiyê ya navçeya Halîliyeyê wekî mînak da û got: "Rêyeke 50 metreyî. Ên li kêleka çepê bi hev ve û 3 qatî, yên li kêleka rastê ji hev cuda û 10 qatî."   Açar, destnîşan kir ku demildest divê dev ji planên wisa şaş bê berdan.   MA / Mujdat Can