Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye 2021-11-06 09:09:37   AMED - Parêzer Mesût Beştaş, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê bi qanûnan hatiye redkirin û got: "Îşkence û muameleya xirab, sûcekî ku demboriya wê tune ye."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F'ya Îmraliyê bênavber tê tecrîdkirin. Hevdîtinên parêzeran û malbatê yên bi Ocalan re ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve bi salan bi hincetên wekî "rewşa hewayê" an jî "keştî xirabe ye" hatin astengkirin. Piştî hewldana eskerî ya 15'ê Tîrmeha 2016'an jî bi hinceta "Nexşerê"yê ya wekî pêveka parastinê ya di 2009'an de ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re hatibû şandin û hin cezayên dîsîplînê hevdîtinên bi Ocalan re hatibûn astengkirin. Herî dawî jî derket holê ku di Îlona 2018'an de bi hinceta ku di dema sporê de "volta avêtiye" 3 meh cezayê hevdîtina bi malbatê re li Ocalan hatiye birîn.    Parêzer Mesût Beştaş, diyar kir ku tecrîd li qada neteweyî û navneteweyî wekî muameleyeke xirab tê pejirandin û ji ber ku pêkanîneke îşkenceyê ye tê redkirin û got: "Mixabin li Tirkiyeyê gava mirov li dîroka girtîgehan mêze dike, pir hatiye bikaranîn û mirov dikare behsa komara Tirkiyeyê ya xwedî çandeke bi vî rengî bike."    ŞÛRÊ DEMOKLES   Beştaş, anî ziman ku bi tecrîdê tê xwestin ku pêwendiya Ocalan a bi civakê re bê qutkirin û ji bo hêla wê ya din jî got: "Tecrîda Îmraliyê, bûye skalayeke çareserkirina meseleya kurdî ya hikûmetên Komara Tirkiyeyê. Kengî di warê çareserkirina meseleya kurdî de nêzîkatiyek rû bide an jî nermbûnek rû bide, tecrîd sivik dibe û kengî polîtîkaya polîtîkaya li hemberî kurdan dest pê bike û tunekirin û înkarkirin dest pê bike, wê çaxê tecrîd jî tê girankirin. Lewma em dikarin tecrîda li Îmraliyê bi awayekî piralî berçav bikin. Gava em di warê hiqûqî de lê mêze dikin mirov dikare wekî muameleya xirab an jî îşkenceyê binirxîne. Ji hêleke din ve jî xwedî armanceke ku hikumxwar êşê bikişînin. Bi hêleke xwe ya din ve jî veguherandina pêkanîneke wekî şûrê Demokles ê li ser kurdan."    SÛCÊ LI HEMBERÎ MIROVAHIYÊ   Beştaş, destnîşan kir ku di xala 77'an a Qanûna Ceza ya Tirk de tecrîd wekî sûcekî li dijî mirovahiyê tê qebûlkirin û got: "Ji ber vê wesfa îşkenceyê û muameleya xirab, sûcekî ku demboriya wê jî tune ye."    Beştaş, anî ziman ku heger ev yek bi awayekî cidî berpêşî dadgehên navneteweyî, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bê kirin, jixwe dosyeyên hatine berpêşkirin hene, û ev wekî muameleya xirab û îşkenceyê bê qebûlkirin, dibe ku bi vî awayî peywira hikûmetê ya di warê parastina rûmeta mirovan û esasgirtina rûmeta mirovan de dikare bêbirbîxistin.    SÎNORÊN QANÛNÎ YÊN PÊKANÎNAN   Beştaş, ji bo pêkanînên qanûnî yên li Îmraliyê jî got: "Pêkanînên li Îmraliyê, ne pêkanînî ku bi qanûnan sînorên wan tam hatibin diyarkirin. Piranî jê derî qanûnê ne. Pêkanînine ku di warê hiqûqa ceza ya tirk de nayên qebûlkirin û dijî hiqûqa înfazê ne. Pêşî divê em vê tespîtê bikin."    Beştaş bal kişand ser biryara DMME'yê ya derbarê heta hetayê ragirtina kesekî/ê di girtîgehê de ku diyar kiribû ku ev yek dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê. Beştaş got: "Di vî warî de têkildarî muameleya xirab derbarê Birêz Ocalan de jî biryarek heye. Ev biryar niha li ber komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye. Dibe ku hikûmeta Komara Tirkiyeyê an jî hikûmetên wê xwe nedin ber pêkanîna vê biryarê. Lê belê înfazkirina vêbiryarê berî her kesî berpirsiyariya Komara Tirkiyeyê û bi dû re ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye. Ez wisa bawer dikim ku dê di demeke kurt de wekî pirsgirêkekê bê ber Komîteya Wezîran. Dê bê xwestin ku Tirkiye divêtiyên DMME'yê pêk bîne û di vî warî de dê doza guherandinên qanûnî li Tirkiyeyê bike."