Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene 2021-11-06 09:16:16   AMED - Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag, anî ziman ku li benda encama DNA'ya HPG'iyên jiyana xwe ji dest didin nayê sekinandin û li goristanên "bêkesan" di ser hezarî re cenaze hene.    Cenazeyên endamên HPG'ê yên di şerên dîrokê cuda de jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên endamên YPS/YPS-JIN'ê yên ku di dema qedexeyên derketina derve yên 2015-2016'an de jiyana xwe ji dest dane bi salan e di goristanên "bêkesan" de tên sekinandin. Çendî ku nasnameyên wan hatine eşkerekirin jî serlêdanên malbatan ên ji bo wergirtina cenazeyan an tên redkirin an jî bê bersiv tên hiştin.    BÊYÎ HAYA MALBATAN    Hevserokê Komeleya Yekîtî û Çandê ya Piştevaniya Malbatên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Şeyhmûs Karadag, da zanîn ku li Meletî, Wan, Sêrt, Xarpêt, Semsûr, Çewlig, Riha, Mêrdîn, Edene, Şirnex, Amed û Êlihê û li Goristana Kîlyosê ya Stenbolê herî kêm hezar cenaze di goristanên "bêkesan" de ne. Karadag, diuar kir ku malbat ji bo wergirtina cenazeyan gelek caran serlêdan kirine û got: "Lê guh li serlêdanên malbatan nakin. Cenaze bêyî malbatan tên definkirin û ji van goristanan re dibêjin goristanên 'bêkesan'. Halbûkî tu cenaze ne bêxwedî ye û her cenazeyek malbatek wan heye."    LI BENDA ENCAMA DNA'YÊ NASEKININ   Karadag, diyar kir ku encama DNA'yan di 24 saetan de tê eşkerekirin, lê belê ji bo van cenazeyan bi mehan, tew car heye bi salan nayên eşkerekirin û bêyî ku encamên DNA'yê diyar bibin cenazeyan defin dikin. Karadag, destnîşan kir ku ya tê kirin neheqî ye.    CENAZEYAN NADIN   Karadag, diyar kir ku malbata Şoret Nûrîzade ya HPG'î ku di 2'yê Îlona 2020'î de li Şirnexê di şer de jiyana xwe ji dest daye, bi rêya parêzerên xwe 3 caran serlêdan kiriye û got: "Parêzer gotiye nizanin cenaze li ku derê ye. Dozger, parêzer li dû xwe dibe û tîne. Pêşî gotin navê wê biguherînin, bikin tirkî. Nav guherandin, lê navê hat guherandin qebûl nekir. Cardin ji malbatê re got nav biguherînin. Ji ber ku dozger nav qebûl nake, cenaze nadin malbatê."    CENAZEYÊN LI MORGAN   Karadag, da zanîn ku li Amed, Sêrt û Êlihê gelek cenaze li morgan e û got: "Cenaze tên perçekirin. Hûn doza çi li cenazeyan dikin, hûn ji çi ditirsin? Kesên behsa dîn û îmanê dikin, gava mesele dibe cenaze hewlesta wan helwesteke kîn û nefretê ye."    SÊ CENAZE DI GOREKÊ DE NE   Karadag, diyar kir ku cenazeyê Mercan Erol jî di nav de 3 cenazeyên endamên HPG'ê yên di sala 2017'an de li navçeya Pasûr a Amedê di şer de jiyana xwe ji dest dane li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê di gorekê de hatine veşartin û got: "Malbatê ji bo DNA'yê xwîn da, encam eşkere bû. Cihê gorê diyar e, lê malbat ji bo cenaze wergire deh caran serlêdan kir. Lê daxwaz malbatê hat redkirin. 4 sal derbas bûne, lê hê jî cenaze nedane malbatan."    DIJMINATÎ   Karadag, destnîşan kir ku malbat bi salan e ji bo hestiyên zarokên xwe bibînin û defin bikin têdikoşin, lê belê serlêdanên malbatan nayên qebûlkirin û got: "Ji lew re dixwazin cenazeyan winda bikin. Hem li hemberî malbatan hem jî li hemberî cenazeyan polîtîkayeke dijminatiyê heye."    Karadag, bal kişand ser mafê definkirinê û got: "Tişta tê kirin di tu hiqûqê de tune ye. Demildest divê dawî li van polîtîkayên sîstematîk bên."   Karadag, destnîşan kir ku dê MEBYA-DER ji bo wergirtina cenazeyan tim alîkariya malbatan bike.    MA / Mehmet Guleş