Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir 2021-11-06 10:13:55   WAN - Dadgeha Îstînafê, biryara beraetê ya dadgeha herêmî ku ji bo polisê li Hevşaredara Bêgiriyê Safûre Guneşê dabû di cih de dît û erê kir.    Di 29'ê çileya 2015'an de li navçeya Begirî ya Wanê, piştî rizgarkirina Kobanê ya ji DAIŞ'ê li ber Şaredariya Bêgiriyê şahiyeke hatibû lidarxistin û polisan mudaxaleyî vê şahiyê kiribû. Di mudaxaleyê de polisan bi ço li Hevşaredar Safûre Guneş dabû. Ji ber vê lêdana polisan Guneş ji ser hişê xwe ve çûbû û wê rakiribûn nexweşxaneyê. Di encama lêpirsîna ku derbarê polisan de hatibû vekirin de bi sûcdariya "birîndakirina hêsan" dozname hatibû amadekirin û doz li polisan hatibû vekirin.    POLIS BERAET KIR   Dadgeha Esliyeyê ya Bêgiriyê, di 19'ê îlona 2018'an de derbarê polisê bersûc de biryar beraetê da. Parêzerên Guneş serî li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Erziromê dabûn û biryarê îtîraz kiribûn. 1'emîn Daîreya Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Erziromê ku vê serlêdanê nirxand, biryara dadgeha herêmî di cih de dît û serlêdanê red kir.     Parêzerê Guneş, diyar kir ku wê biryara îstinafê li Dadgeha Bilind îtîraz bikin.