Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn 2021-11-06 11:36:46   AMED - Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag ku ji ber xebatên xwe yê komeleyê dihat darizandin 6 sal 3 meh ceza hat birîn.    Di çaroveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve li dijî komeleya wan hatibû vekirin de di 27'ê sibat û 3'ê adarê de li dijî MEBYA-DER'ê operasyon hatibûn kirin û Hevserokê MEBYA-DER'ê Şeyhmûs Karadag jî di nav de 29 endam û rêveberên komeleyê hatibûn binçavkirin. Piştre bi Karadag re 11 kes hatibûn girtin. Bi angaşta "endamtiya rêxistinê" derbarê Karadag de doznameya hatibû amadekirin û doz lê hatibû vekirin. Danişîna yekemîn a Karadag di 9'ê hezîranê de hatibû dîtin û hatibû berdan.    Duyemîn danişîna doza Karadag duh hat dîtin. Di danişînê de dozgeriyê mutalaaya xwe xwend û bi sûcdariay "endamtiya rêxistinê" xwest Karadag bê cezakirin. Heyeta dadgehê jî li gorî vê mutalaayê biryara xwe da û 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li Karadag birî.    Parêzerê Karadag, Mûhîttîn Mûgûç, da zanîn ku wê biryara dadgehê bibe Dadgeha Îstinafê û îtîraz bike.