Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar 2021-11-06 11:46:44   AMED - Bavê Behçet Bayhan ku li navçeya Licê hatibû binçavkirin û rojek berê hat girtin Hîkmet Bayhan, diyar kir ku polisan gefa kuştinê li kurê wî xwarine.   Li navçeya Licê ya Amedê, li ser daxuyaniyên îttîrafkarekî di 22'ê cotmehê de polisan bi ser malan de girtibûn û Yavûz Çelîk, Behçet Bayhan, Hakan Mercan û Nûvar Kaymaz binçav kiribûn û biribûn Miduriyeta Polisan a Amedê. Piştî rojekê Yavûz Çelîk hatibû berdan, dema binçavkirina her sê kesên din ji aliyê serdozgeriyê ve 3 caran hat dirêjkirin. Piştî 12 rojan her sê kes sewqî edliyeyê hatin kirin û bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hatin girtin.    GEF XWARINE   Bavê Behçet Bayhan, Hîkmet Bayhan, tiştên ku polisan dema serdegirtinê de anîne serê wan vegot. Bayhan, tiştên ku polisan anîne serê wan weke zilm pênase kir û têkildarî mijarê ev tişt got: "Serê sibehê saet di 04.00'an de derî şikandin û ketin hundir. Dema serdegirtinê zarokên min gelek tirsiyan. Kurê min ji wan pirsî ku sûcê wî çî ye? Di ser kurê min de qêriyan û jê re gotin, 'xwe li erdê dirêjke ûlan'. Destê wî bi pişt ve girêdan û li li ser betonê wî li ser çokan dan rawestandin. Li pişt wî sekinîn û gotin, 'em ê te bikujin'. Polis bi pêlavên xwe ketin hundir. Min ji wan re got, 'ez nimêj dikin, ji kerema xwe re pêlavên xwe derxin'. Ji min re gotin, 'xeber nede ûlan'."   SERDEGIRTINA ŞAŞ    Bayhan, da zanîn ku di heman şevê de polisan bi şaşî bi ser mala birayê wî de jî girtine û wiha got: "Hemûyan kirine eywanê û bi hinceta ku li wan nêriya li biraziyê min dane."Bayhan, got ku wê zilma li wan hatiye kirin ji bîr nekin û bang kir ku herkes li dijî neheqiyê rabe.