Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn 2021-11-06 11:51:29   COLEMÊRG - Li Geverê, li 4 bersûcên cinayeta Tahîr Çetîn ji sûcê "kuştina plankirî" cezayê muebbeta giran hat birîn.    Di 7'ê çileya 2020'an de li navçeya Geverê ya Colemêrgê, Tahîr Çetîn (41) hatibû kuştin û cenazeyê wî danîbûn ber kargeha ku li dixebitî. Ji ber cinayeta Çetîn bi sûcdariya "kuştina plankirî" û "talana biwesf" doz li Necdet Ozdemîr, Selahattîn Ozdemîr, Yildirim Duzen û Hoca Kaya hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya li her çar bersûcan hatibû vekirin li Dadgeha Cezaya Giran a Geverê hat dîtin. Bersûcê girtî Necdet Ozdemîr û Selahattîn Ozdemîr, Yildirim Duzen û Hoca Kaya ku beriya bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan tevlî danişîna ku duh hat dîtin nebûn.    CEZA HAT DAYÎN   Di danişînê de Ozdemîr hemû sûc girt ser xwe û got ku tu eleqeya her sê bersûcên din bi bûyerê re tune ye. Rexmî vê jî heyeta dadgehê cezayê muebbeta giran da her çar bersûcan. Her wiha, dadgehê bi sûcdariya "talana biwesf" 7 sal ceza li Necdet Ozdemîr, Selahattîn Ozdemîr  û Hoca Kaya birî.    Piştî danişînê de parêzerê malbata Çetîn Nezîr Erakî, da zanîn ku kesên weke şahid hatine guhdarkirin rastiyê negotine û ferdên malbata Çetîn bi tenê hatine hiştin.