Li Pirsûsê kesek hat girtin 2021-11-06 12:57:05   RIHA - Li navçeya Pirsûsê, Emîne Ozçelîk bi angaşta "endamtiya rêxistinê" hat girtin.    Di 4'ê mijdarê de polisan bi ser taxa Uçpinar a navçeya Pirsûsê ya Rihayê de girtibûn û Emîne Özçelîk binçav kiribûn. Piştî bidawîbûna kirariyen wê li miduriyeta polisan Ozçelîk sewqî edliyeyê hat kirin. Ozçelîk bi angaşta "endamtiya rêxistine" ji dozgeriyê sewqî dadgehê hat kirin û li dadgehê bi heman angaştî hat girtin.    Hat hînbûn ku Ozçelîk li ser îfadeyek ku derbarê wê de hatiye dayîn hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Tîpa T a Rihayê.