Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne 2021-11-06 13:07:14   RIHA - Malbata Şenyşar ku nobeta xwe ya edaletê di roja 243'yemîn de didomîne e tişt got: "Kesên ku hiqûqa serdestan pêk tînin bila qala edalet û hiqûqê nekin."   Nobeta Edaletê ya Emîne Şenayşar ku hevjîn û 2 kurên wê di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizm û parastvanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn kuştin û kurê wê Ferît Şenyaşar ku bi birîndarî ji êrişê xelas bû, di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabûn destpêkirin, di roja 243'yemîn de ye. Ji ber ku dawiya hefteyê malbata nobeta xwe li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne.    Malbata Şenyaşar, li ser hesabê xwe yê medya sanal ev parvekirin kir: "Kesên ku hiqûqa serdestan pêk tînin bila qala edalet û hiqûqê nekin. Heke destûr nadine te tu hiqûqê pêk bînî, îstifakirin jî şeref e. Kesên mirovahiya xwe winda kirine vê zilma li nav derî nebînin jî gelê Rihayê, Tirkiyeyê û Dinyayê vê zilmê dişopîne."