Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket 2021-11-06 13:48:08   ŞIRNEX - Li herêma Gurdîla ya çiyayê Gebarê agir bi daristanê ket.    Li herêma Gurdîla ya çiyayê Gebarê yê Şirnexê, agir bi daristanê ket. Dûmana ku ji dûr ve tê dîtin, mezinbûna şewatê nîşan dide. Çavkaniyên herêmî ragihandin ku ji bo vemirandinê mudaxale li agir nayê kirin. Nayê zanîn ku şewat ji ber çi derketiye û dûmana li herêmê bilind dibe.