Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin 2021-11-06 13:57:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Cindirisê, hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê 16 sivîl revandin.    Hêzên paramîlîter ên girêdayî Tirkiyeyê, di nav du rojan de li navçeya Cindirisê ya Efrînê 16 sivîl revandin. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbas kiriye, îro saet 10.00'an de li nuqteya kontrolê ya nêzî gundê Tirindê 2 sivîlên ji gundê Îska hatine revandin. Sivîlên hatine revandin navê wan wiha ye: Cîwan Hîkmet Sîlîk û Abdû Ehmed Elîko   Li heman gundî duh jî 14 sivîl hatibûn revandin.