EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan 2021-11-06 14:28:30   ÎZMÎR - EGE-TUHAYDER'ê diyar kir ku serdegirtinên qawişan ên bi şev pêk tên didomin û ragihand ku girtiyên edlî dikin nav qawişan.    Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Egeyê (EGE-TUHAYDER), derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Hêrêma Egeyê de li avahiya xwe ya li navçeya Konakê civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên komeleyê û xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Di civînê de rêvebera komeleyê Leyla Kaygisiz axivî û diyar kir ku ji ber qanûna înfazê girtiyên cezayên wan bi dawî bûne nayên berdan.    SERDEGIRTINÊN ŞEVÊ   Leyla Kaygisiz, da zanîn ku li girtîgehan tol ji girtiyan tê girtin û agahiyên ku ji parêzer û malbatan girtine wiha parve kir: "Beriya du hefteyan ji Girtîgeha Kirikkaleyê girtiyên siyasî sirgûnî gelek girtîgehan hatin kirin. Dîsa di heman şevê de li girtîgehên Egeyê bi ser qawişan de hatine girtin û guhertina qawişan hatiye ferzkirin. Li girtiyan hatiye ferzkirin derbasî odeyên cuda bibin. Girtiyên edlî li navbera qawişên girtiyên siyasî hatine bichkirin. Şertên tecrîdê derketine asta herî bilind.    DI BIN ÇAVDÊRIYA GARDIYANAN DE   Kayigisiz, destnîşan kir ku li girtîgehên Kiriklar F1 û F2'yê kinc û amûrên girtiyan dereng didine wan û ev tişt got: "Midurê Giertîgeha F2 bi gefê bersiv daye îtîrazên girtiyan. Mehmet Saît Yildirim ku li F1'ê dimîne, rexmî ku cezayê muebbeta giran negirtiye jî bi fermana Wezareta Edaletê 4 sal in di bin çavdêriya gardiyanan de bi tena serê xwe li odeyekê tê ragirtin. Nexweşiyên wî yên kronîk ên dil, demar û pişikê hene. Bi awayekî taybet duyemîn cezayê lê hatiye birîn û ev rewş hê jî dewam dike."    MAF TÊN XESPKIRIN   Kaygisiz, bi lêv kir ku mafên mirovan ên bingehîn ên girtiyan tên xespkirin, hemû aktîvîteyên civakî yên girtiyan ji ber pandemiyê hatine sînordarkirin û name carna dereng didin girtiyan û carna jî winda dibin. Di dawiyê de Kaygisiz, bang li Wezareta Edaletê kir xwest ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bike.