Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn 2021-11-06 14:56:26   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, daxwaz kir ku girtiyê nexweş Yildirim Demîr bê berdan.    Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 374'emîn de çalakiya xwe ya ji bo balkişandina ser rewşa girtiyên nexweş li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê civîna çapameniyê li dar xist. Di civîn^ede Rêveberê Şaxa ÎHD'ê ya Enqerê Îhsan Seylan axivî û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Yildirim Demîr ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê girtî ye.    JI SEDÎ 95 ÇAVÊ WÎ NABÎNIN   Seylan, diyar kir ku Demîr derbarê rewşa xwe de ji ÎHD'ê re nameya şandiye û ev tişt gotin: "Çavê çepê yê Yildirim  Demîr ji sedî 95 nabîne û tedawiya wî nayê kirin. Ji çavê xwe yê çepê jî beriya 2 salan emeliyat bûye. Di çavê wî yê çepê de qirêj heye û bijîjk jê re gotiye ku divê bi lazerê bi paqijkirin. Dema ku çûye kontrolê bijîjkek din jê re gotiye ku pêwîst tune ye. Her cara ku diçe nexweşxaneyê dermanê rondikên çêker didinê û wî dişînin girtîgehê. Êdî çavê wî yê şepê her tiştî şolî dibîbe. Di mîdeya wî de jî reflu, ulser û gastrît heye. Du caran mîdeya wî xwîn bûye. Rexmî ku bijîjkê revîrê jê re parêz nivîsandiye jî xwarina parêz nikare bê xwarin."   BANGA BERDANÊ   Di berdewamê de Seylan, da zanîn ku nexweşiya fitiqê ya Demîr jî heye û rexmî ku fitiqa wî giran e jî Saziya Tipa Edlî rapora "Dikare li girtîgehê bimîne" dayê û xwest ku careke din sewqî Saziya Tiba Edlî bê kirin û ev bang kir: "Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Weke înîsiyatîf di hefteya 374'an de em daxwaz dikin ku li girtîgehan girtî ji pandemiyê bên parastin, ji bo girtiyên nexweş ên giran xebateke berfireh bê kirin û li gorî şerta wekheviyê berdana wan pêk bê."