'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê' 2021-11-06 15:30:41   STENBOL - Dayikên Şemiyê, xwestin ku kesên di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de tên darizandin bên cezakirin û edalet pêk were.   Dayikên Şemiyê, di hefteya 867'emîn de çalakiya xwe ya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" ji ber pandemiyê bi awayekî online li dar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta 7 kesên ku di nav wan de zarok jî hene û çawişê pispor Bîlal Batir ku di navbera 29'ê cotmeha 1995'an û 8'ê adara 1996'an de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatin windakirin hat pirsîn. Di daxuyaniya ku bi awayekî online hat lidarxistin de xizmên windayan Haznî Dogan û Abdulazîz Altinkaynak, Parêzerê Doza JÎTEM'ê Erdal Kûzû û Hevseroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Gulistana Dûran axivîn.    BANGA EDALETÊ   Xizmên windayan Haznî Dogan ku wê demê ew bi xwe jî tê binçavkirin û bavê Davût Altinkaymak ku winda ye Abdulazîz Altinkaynak, qala têkoşîna xwe ya hiqûqî kirin û destnîşan kirin ku kujer tên parastin û heta dawiyê wê li du doza xwe bin. Parêzerê Doza JÎTEM'ê Erdal Kûzû û Hevseroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Mêrdînê Gulistana Dûran jî li ser darizandina ku heta niha hatiye kirin rawestiyan û bang kirin ku di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê.